Erdogan bi Johnson re Libyayê axivî 2019-12-24 14:55:35   ENQERE - Serokkomar Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson bi rêya telefonê Lîbyayê axivîn.    Serokkomariyê daxuyaniyek da û ragihand ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson, bi rêya telefonê hevdîtin pêk anîne. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de di serî de Lîbya û Sûriye mijarên herêmî û têkiliyên du alî hatine nirxandin.    Hat diyarkirin ku Johnson, di hevdîtinê de gumanên xwe yên hiqûqa navneteweyî yên ji bo peymana leşkerî û ewlehiyê ya di navbera Tirkiye û Hikûmet Mutabakata Navneteweyî ya Lîbyayê de aniye ziman.