HDP: Daraza ku îktidarê ava kiriye dê di çirava wê de bixeniqin 2019-11-16 15:35:45   ENQERE – Rêxistinê HDP’ê têkildarî zextên darazê û tundiya li ser xwe daxuyanî dan û diyar kirin ku daraza bi îktidarê ve hatiye girêdan, dê rojekê di çirava ava kiriye de bixeniqe.    Partiya Demokratik a Gelan (HDP) têkildarî binçavkirin, girtina endam û rêveberên xwe û tundiya darazê ya li dijî hevşaredaran daxuyaniya nivîskî weşandin. HDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku daraza girêdayî îktîdarê bi xwe re çiravek ava kiriye. HDP'ê bi îmzeya Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran daxuyanî da û wiha cih da daxuyaniyê: “Di 13'ê mijdara 2019’an de li dijî partiya me ya dîlokê bi operasyona siyasî 57 kes hatin binçavkirin. Der barê parêzerên hevalên me yên hatin binçavkirin de bi hinceta endamên OHD'ê ne û lêpirsîna sûcê rêxistinê hatiye destpêkirin, destûr nedane ku bibin mudafîî. Heta salekê peyvira mudafiiye li wan qedexe kirine."     ‘QEDEXE YE KU PARÊZER ERKA MUDAFÎYÊ BIDIN SER XWE'    HDP'ê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ne tenê li dijî endam û rêveberên HDP'ê, li dijî parêzerên ku mudafitiya endaman bikin jî daraz li dijî heyama darizandinê amûrê bikar tîne û wiha got: "Qedexekirina mudafîtiya parêzeran a ji bo muvekkîlên xwe, li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Li dijî xwezaya parastinê ye. Em ji dozger û dadgeran re dibêjin ku îktîdara ku ev ferman daye dadgehê, ev tişta ku navê hiqûqê lê dikin bûye çirav. Ev çirava avakirine dê bi xwe di navde bixeniqin. Duh li navçeyên Stewr, Şemrex, Dêrik û Pirsûsê hevşaredarên me hatin binçavkirin. 36 endamên meclîsa ciwanan ên di 9'ê mijdarê de hatin binçavkirin, rastî îşkenceya giran hatin û 10 ji wan hatin girtin.  Di 19'ê tebaxa 2019’an de qeyûm tayînî hevşaredarên HDP’ê yên bajarê mezin kirin. Ji bo rewa bike şahidên çêker ava kirin. delîl ava kirin. Xebatên demokratik hincet nîşan dan û hevşaredarên me hatin binçavkirin û girtin. Tayînkirina qeyûman qespkirina vînê ye. "    HDP'ê herî dawî bang li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û navneteweyî kir û xwest li dijî vê hişmendiyê piştevanî û şewirmendiyê xurt bikin û bi hevre li dijî vê ferasetê li ber xwe bidin. HDP'ê xwest hemû hevalên wan ên hatine binçavkrin û li dijî hiqûqê hatine girtin tev serbest bên berdan.