Kubîlay: Em ê di 20’ê Mijdarê de nexşerêya xwe diyar bikin Kubîlay: Cihê çareseriyê ne Washington e, Kobanê ye 2019-11-15 15:42:03 ENQERE – Berdevkê HDP’ê Gunay Kubîlay diyar kir ku dê partiya wan di civîna 20’ê mijdarê de ji bo pêvajo nû nexşerêya xwe diyar bikin. Kubîlay derbarê hevdîtina Erdogan û Trump de jî got: “Cihê çareseriyê ne Washington e, cihê çareseriyê Kobanê ye.”  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Kubîlay got civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan didome û mijarên wek tayînkirina qeyûman, operasyonên li dijî HDP’ê û geşedanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş dikin.    Kubîlay bi bîranîna 82’yemîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevrên wî dest bi axaftina xwe kir û da zanîn ku tiştên li Dersimê qewimîn niha jî bi destê AKP’ê li ser kurdan didome û li tevahiya herêmê belav bûye.    Kubîlay bal kişand tayînkirina qeyûman ser şaredariyên HDP’ê û got heta niha qeyûm tayînî 20 şaredariyên wan hatine kirin û îro jî 4 hevşaredarên wan ên Stewr, Şemrex, Dêrik û Pirsûsê hatin binçavkirin.    'ÊRIŞÎ ÎRADEYA JINA AZAD DIKIN’    Kubîlay da zanîn ku hevşaredarên wan ên îro hatine binçavkirin tev jin in û got: “Tayinkirina qeyûman di heman demê êrîşa li dijî îradeya jinên azad e. Hem jî ev êriş di hefteya 25’ê Mijdarê de pêk tên û êrişên AKP’ê yên li dijî vîna jinan dewam dikin. Her wiha çalakî û şahiyên 25’ê Mijdarê tên astengkirin û qedexekirin. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî têkoşîna jinan dide nîşandan. Heta niha 32 hevşaredarên me hatine binçavkirin û 14 ji wan hatine girtin.”    'QEYÛM HER TIŞTÎ DESTESER DIKIN’    Kubîlay anî ziman ku bi rêya qeyûman îradeya gel tune tê hesibandin û got: “Bi desteserkirina vînê re namînin û qeyûm li şaredariyan talanê û diziyê pêk tîne. Qeyûm her tiştî desteser dike. Qeyûmên serdema bihûrî 5 milyar û 700 milyon deyn li pey xwe hiştin. Raya giştî û gel kes nizane ka ev qeyûm malê xelkê çawa bikar tînin û çi bi pereyên xelkê dikin.”    'REWABÛNA DARAZÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Kubîlay bal kişand ser rewşa darazê jî û wiha got: “Sepanên derveyî hiqûq û li dijî rewabûnê nayên pêk tên. Daraz bi devê îktîdarê kiras li qanûnan dike. Şirket anketên baweriya ji bo darazê dikin. Xelk bi piranî dibêje ‘baweriya me bi darazê nemaye.’ Yanî ji sedî 90’ê civakê ku baweriya wan bi darazê nayê, biryarek ku ev daraz bide jî qet û qet ne rewa ye.”   ‘DADGEH WEK ŞAXÊN QESRÊ DIXEBITIN’    Kubîlay diyar kir ku li ser fermana îktîdarê bi destê daraz û polîsan zextên li ser partiya wan her ku diçin zêde dibin û her roj ciwan, jin û bi dehan kesên endamên partiya wan tên binçavkirin û îşkence li wan tê kirin. Kubîlay got wê ew roj were ku ev daraza bêhiqûqiyan dike cihek ku pişta xwe bispêrinê dê tune be û dê ev îktîdra otorîter jî nikaribe wan rizgar bike. Kubîlay destnîşan kir ku dadgehên dixebitin jî wek şaxên Qesrê dixebitin.    'EM XETA BERXWEDANÊ AVA DIKIN’    Kubîlay da zanîn ku êriş tenê bi qeyûman ve ne sînorkirî ye bi gelek aliyan zext li ser partiya wan hene û em li dijî van êrişan xeta berxwedanek rewa û demokratîk ava dikin û bila her kes jî dizanibe dê vê tim berdewam bikin. Kubîlay got ew ê wek HDP’ê di dawiya civînên wan navendî de dê geşedanên siyasî û zextên li ser partiya xwe binirxînin û encamname ango nexşrêya partiya xwe bi raya giştî re eşkere bikin.    ‘CIHÊ ÇARESERIYÊ NE WASHINGTON E, KOBANÊ YE’    Kubîlay bal kişand ser hevdîtina Serokkomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Trump jî û got: “Li Amerîkayê têkildarî malbata Erdogan çi hat axaftin? Divê ev yek were eşkerekirin. Diçe li Amerîkayê jî dibêje ‘pirsgirêka min bi kurdan re nîne.’ Nikare bêje ‘ez ne dijminê kurda me.’ Vegotina her tiştî ya ji Trump re jî îfadeya têkçûnê ye û bêçaretiya wan e. Tu wateya gotinên Erdogan nemaye. Radibe û li Amerîkayê pesnê xwe yê penaberan dide. Dixwaze xwe bi penaberan bide qebûlkirin. Lê pereyê daye û dide çeteyan jî nikare eşkere bike. Divê tu û hûn li Amerîka û Rûsya li çareseriyê negerî, lazime hûn li Kobanê û li Qamişlo li çareseriyê bigerin.”    ‘BI ZÎHNIYETA DAIŞ’Ê HESKÎFÊ TALAN DIKIN’    Kubîlay bal kişand ser hilweşandin û talankirina Heskîfê û wiha got: “Zîhniyeta DAIŞ’ê ku Palmîrayê hilweşand û zîhniyeta ku Heskîfê hildiweşîne û dixe bin avê heman zîhniyet e. Tu ferq di navbera wan de nîne. Dîroka gelan, şaristanî û kevneşopiya bi hezarê salan tê wêrankirin. Geliyê Dîcleyê jî talan dikin.”