Togrûl: Yên li ber têkçûnê ne berê xwe dane partiya me 2019-11-14 14:10:31 ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl bertek nîşanî binaçvkirina rêveberên HDP’ê yên li Dîlokê da û got: “Yên nikarin bi siyasetê me têk bibin bi rêya polîs û darazê dixwazin me têk bibin.”    Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl têkildarî binçavkirina Hevserokê Rêxistina HDP’a Dîlokê Muslum Kiliç jî din nav de gelek HDP’yî hatin binçavkirin li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.    Togrûl da zanîn ku ya bi tayînkirina qeyûman an jî bi binçavkirina rêveber û endamên wan bi operasyonek nû re rû bir û ne.    Togrûl wiha got: “Îro jî bajarê me yê Dîlokê bû armanca tifaqa AKP û MHP’ê. Serê sibehê 50 hevalên me ji ber parvekirinên medya civakî û xebatên wan siyasî hatin binçavkirin. Deriyên malên hevalên me şikandine û bi ser malan de girtine. Bi ser avahiyên partiyên me de jî girtin û lêgerîn pêk anîn. Tê fêmkirin ku delîlek nîne dixwazin delîlan biafirînin.”    ‘KURMÎBÛNA WAN DEST PÊ KIRIYE’    Togrûl anî ziman ku Walîtiya Dîlokê hevalên wan bi “operasyona têgihiştinê” sûcdar kiriye û wiha got: “Walîtiyê wek ‘operasyonek li dijî KCK/PKK’ê bi drone, tank, panzêr pêk hatiye” ji çapemeniya herêmî re serwîs kiriye. Tevî gelek caran operasyonê bi vî rengî pêk hatin jî ya hevalên bêyî derxin dadgehê û yan jî li dadgehê t^neberdan. Dixwazin şahî û çalakiyên partiya me bi ‘terorê’ sûcdar bikin. Lê em dizanin mexseda wan ew e ku HDP’ê krîmînalîze bikin û nehêlin ku HDP bixebite. Derbarê her hevalên me de lêpirsîn didin destpêkirin û kesek were mêvandariya partiya me jî dixin ber lêpirsînê. Ev tiştên ku AKP dike nayê qebûlkirin. Yên nikarin bi siyasetê me têk bibin bi rêya polîs û darazê dixwazin me têk bibin. Kurmîbûna AKP-MHP’ê dest pê kiriye û wê têk biçin.”