Kurtulan: AKP bûye pêlîstoka DYA’yê 2019-11-11 14:09:36 ENQERE – Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan diyar kir ku ew ê dest ji têkoşîna li dijî qeyûman û têkçûna AKP’ê bernedin nû got: “AKP bi sepanên serwet û bêhiqûqiyê ketiya rewşa pêlîstoka DYA’yê.”  Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan li Meclîsê têkildarî geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.    Kurtulan bi hevdîtina butçeyên di 6’ê Mijdarê de dest pê kirin dest bi axaftina xwe kir û got: “Îsal jî ji bo gel, azadiyan û refahê butçeyek nehat veqetandin. Butçe bêtir ji bo şer hat veqetandin. Butçeya ji bo projeyan hat veqetandin 3 qat zêde bû. Butçe ji bo xizmeta gel bê bikaranîn em ê wek HDP’ê hem li komîsyonê û hem jî li Desteya Giştî têkoşîna xwe dewam bikin.”    ‘BI KEVÇIYAN DIDIN BI ÇOÇIKAN DIGIRIN’    Kurtulan bal kişand ser bûyerên întîxarê yên di rojên dawî de zêde dibin û got: “Ji ber tengasiyên debarê her roja ku diçe bûyerên întîxarê jî zêde dibin. Bendewarî û hêviya kesî ji AKP’ê nemaye û însan êdî tiştên nemayî tînin serê xwe. Civak êdî bi qasî serê derziyê ji AKP’ê hêvî nake. Ev desthilatdarî bi kevçiyan dide xelkê û bi çoçikê ji xelkê digirin. Ji ber dizî û talana wan xelk feqîr bûye û ji ber wê jî însan xwe dikujin. Mînaka vê yekê jî li Fatîha Stenbolê û Antalya du malbat bi giştî 8 kesan dawî li jiyana xwe anîn. Divê ev rewş baş were dîtin û analîzkirin.”    ‘ŞAREDARÎ KIRINE QEREQOL’    Kurtulan bi bîr xist ku îktîdara AKP-MHP’ê qeyûm tayînî ser 16 şaredariyên wan kirine û wiha got: “Şaredariyên me veguherandine qereqolan. Nahêlin kes nêz bibe. Beriya hilbijartinê xwestin gel bitirsînin û ji bo kes neçe ser sindoqan. Lê xelkê li wan guhdar nekir û bersiva wan dan. AKP di gefên xwe bi ser neket. Rojek piştî hilbijartinê amadekariyên tayînkirina qeyûman kirine. Ewilî tayînkirina qeyûm amade dikin pişt re jî îdianameyek xeyalî amade dikin. Dixwazin tayînkirina qeyûman bi hêncetên pûç û bêbingeh xelkê têbigihînin.    ÎRADEYA 4 MILYON HILBÊJIR HAT DESTESERKIRIN    Lê em hemû jî dizanin, bi taybetî li herêmê îradeya bi ser 4 mîlyon însan re hat dizîkirin û desteserkirin. Dixwazin mafê hilbijartinê yê kurdan û hemû gelên din ên li ser axa Kurdistanê dijî ji destê wan bigirin. Pergala hevserokatiyê dikin hedefa xwe û pergala me aniye jî dixwazin parçe bikin. Em dixwazin carek din bi raya giştî re parve bikin ku AKP dixwaze siyaseta me ya demokratîk, azadîxwaz û wekhev tasfiye bike. Raporên dîwana muhasebetê (sayiştay) hemû bertîlxwarin û nelirêtiya qeyûman radixîne ber çavan û erê dike. Li gel vê yekê jî hêj AKP şerm nake û angaşt dike ku şaredariyê me pere dişînin deverên din.”    ‘EM Ê DEST JI FETISANDINA WE YA DI SINDOQAN DE BERNEDIN’    Kurtulan destnîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî tayînkirina qeyûman û nelirêtiya qeyûman dê dewam bikin û got: “Em ê tim û her tim dest ji têkçûna we ya di sindoqan de bernedin. Ez dixwazim ji Tifaqa Cimhûr re bêjim; Em tenê bi vê yekê re tênakoşin. Sepana qeyûman qadek cuda ya têkoşînê ye. Êdî têkoşînek din jî ew e ku em ê dîsa şaredariyên xwe paş ve bigirin. Ji bo em şaredariyan bixin xizmeta gel dê têkoşîn û xebata me kêm nebe û neqede. Em ê wek carên din we dîsa di sindoqan de bifetisînin. Em dixwazin binê vê yekê xêz bikin û ji Tifaqa Cimhûr re bêjin.”    ‘DIXWAZIN JIN, CIWAN Û CIVAKÊ BITIRSÎNIN’    Kurtulan da zanîn ku di rojên dawî de zext û girtin li ser Meclîsa Jinan a HDP’ê û Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û rêxistinên wan zêde bûne û got: “Dixwazin bi van zext, binçavkirin û girtinan çavê jinan, ciwanan, rêveberên me û civakê bitirsînin. Lê hikumet jî viya baş dizane dê di van zextên xwe de bi ser nekeve. Em carek din dibêjin dawî li vê bêhiqûqiya xwe bînin.”    ‘BÛNE PÊLÎSTOKA DYA’YÊ’    Kurtulan pişt re pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Lazime ji bo têkiliyên Serokkomar ên li gel Rûsya û Amerîkayê ev yek were gotin. Sernavê razemeniyê çi ye? Ew bi serweta malbata xwe û sepanên bêhiqûqiyê ketiye rewşa pêlîstoka DYA’yê. Bi nelirêtî û talaniya xwe dixwazin emperyalîst tavîzê bidin wan. Em hemû vê dibînin. Her çiqas hemû partî ji bo desteka Serokkomariyê li dijî Amerîka belavokê îmze bikin jî lê em dizanin ku ev welat bi awayek edaletî nayê birêve birin û rastiyek wisa a Tirkiyê heye. Têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye. Serwetên neheq bi dest xistine. Xwe di şatafatan de dibînin. Dixwaze Tirkiyê di arenaya navnetewî de bike mijara bazariyê.”