Ji Erdogan îtîrafa biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş: Em wan bernadın 2019-09-21 13:55:23 STENBOL - Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, xwedî li biryara girtina hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş derket û got ku ew ê wan bernedin. Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, li Stenbolê serdana Teknofestê ku li Balafirgeha Ataturkê tê lidarxistin bû û axaftinek kir. Erdogan di axaftina xwe de bi van gotinan,"Em wan bernadin" li biryara girtina hevserokên berê yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahatîn Demîrtaş derket û wiha got: "Bang li Qendîlê dikim. Bang li kesên pêş û pişta rêxistinên terorê û piştgiriya siyasî didine wan dikim. Heke li vî welatî li kujeran tê gerandin, hewce bi lêgerîna navnîşana wan tuneye. Ev, heta parlamentoyê hatine. Gelê me kesên ku mirovan vexwendin kuçeyê û li Amedê 53 mirovên me kuştin ji bîr nake û dê neke jî. Em ê heta dawiyê şopdarê vî karî bin. Em vana bernadin."    DÊ BİÇE AMERÎKAYÊ    Piştî van gotinên xwe, Erdogan diyar kir ku dê ji bo civînên li Lîjneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro biçe Amerîkayê.