Heyeta HDP'ê serdana TEPAV'ê kir 2019-09-19 15:41:39   ENQERE - Heyeta HDP'ê di çarçoveya "Destûra Bingehîn a Demokratîk" , "Tifaqa Demokrasiyê" , "Qeyûm" û "Paketa Darazê" de serdana TEPAV'ê kir.   Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a di bin serokatiya Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Nazmî Gur, di çarçoveya "Derstûra Bingehîn a Demokratîk" , "Tifaqa Demokrasiyê" , "Qeyûm" û "Paketa Darazê" de serdana Weqfa Lêkolîn û Polîtîkayên Aboriyê ya Tirkiyeyê (TEPAV) kir.   Heyet, ji aliyê rêveberên TEPAV'ê Guven Sak û Levent Gonen ve hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de li ser darbeya qeyûm, pakêta darazê, tifaqa demokrasiyê û Destûra Bingehîn a Demokratîk nirxandin hatin kirin. Heyeta HDP'ê di hevdîtinê de dosyayên ku têkildarî mijarên eleqedar amade kiribûn pêşkêşî rêveberên TEPAV'ê kirin.