Bulbul: Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir 2019-09-19 14:15:13 WAN – Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul li Nobeta Demokrasiyê ya Wanê axivî û got: “Me AKP dabeşî sisêyan kir. Hûn di vî warî de dikarin ji me re bêjin ‘dabeşkar.’ Ez bang li malbatan jî dikim; sedemê zarokên we li çiyê ne AKP bi xwe ye.”    Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 32’yemîn de dewam kir. Çalakî li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Rêya Armûşê pêk hat û parlamenter û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdar bûn.   'BELÊ EM DABEŞKAR IN JI ÇIMKÎ ME AKP’Ê DABEŞ KIRIYE’    Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê di nobetê de axivî û got medya alîgir her roj derbarê tayînkirina qeyûman de nûçeyên derew û îftira çêdike û got: “Medya wan dibêje ‘şaredariyan pere şandiye çiyê.’ Bi tu awayî ji şaredariyan pere neçûye çiya û miya. Medya alîgir jî vê dizane. Ew ji me re dibêjin ‘dabeşkar.’ Em partiyek ku dixwazin gelên Tirkiyeyê di siyaset, jiyanek civakî û çandê de, wekheviyê, edalet û azadiyê de bînin ba hev. Belê niha raste em dabeşkar in. Me AKP’ê dabeşî sisêyan kir. Li aliyekî Ahmet Davutoglu, li aliyekî Alî Babacan û li aliyekî jî Recep Tayyîp Erdogan. Di vî warî de hûn dikarin ji me re bêjin dabeşkar.”    ‘SEDEMÊ ÇÛYÎNA ZAROKAN AKP YE’    Bulbul bang li malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê jî rûniştine kir û got: “Dayikên xoşewîst! Berpirsên çûyîna zarokên wa çiya ne em in. Sedemê ev zarokên we çûne çiya AKP û polîtîkaya înkarê, yekperest û paşverû ya dewletê ye.”    Piştî axaftina Bulbul girseyê 10 deqîqe çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiya rûniştinê de welatiyan stran gotin û dirûşm berz kirin û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Nobet bi çepik û berzkirina dirûşman bi dawî bû.