Guven: 2 dayikên li pêş HDP'ê rûniştin lêborîn xwestin û veqetiyan 2019-09-11 15:25:19 AMED - Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan."     Çalakiyên HDP'ê yên li dijî tayînkirina qeyûman di roja 24'an de berdewam kir. Rêxistinên HDP'ê 24 rojin li dijî tayînkirina qeyûman li Wan, Amed û Mêrdînê nobetê digirin. Îro jî Rêxistina HDP'ê ya Amedê Li kolana Lise kom bû û çalakiya xwe berdewam kir. Dîsa polîsan girse dorpêç kir. Girsê di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kir. Di çalakiyê de Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên jin, hunermend, Parlamenterên HDP'ê, Nûnerên rêxistinên civakî û gelek kesên din amade bûn.   Li Kolana Ziya Gokalp Lisesî dîsa kursî hat avakirin û axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de pankarta "Dest nede vîna min" vekirin. Dîsa polîsan xwestin mudaxale bikin û demekê rageşî derket. Rêxistinên Kedê jî bi pankarta xwe hatin qadê. Rêxistinên Kedê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevşaredarê Amedê Selçuk Mizrakli û endamên meclîsê li vir civîn li dar xist. Beriya civînê Endamê Meclîsa HDP'ê û Berdevk Mehmet Akdogan axaftina vekirinê kir. Li vir Hevşaredar Selçuk Mizrakli jî axivî û got: "Hevolno ez hekîm im. Min sonda Hipokratê xwariye. Ez cudahiyê naxim nava ziman, bawerî û nijadan. Ev partî û ev xet, xeta ku sonda Hipokrat xwariye ye.    UCA: LI MEXMÛRÊ DORPÊÇ DIDOME   Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca jî bal kişand ser dorpêça Kampa Mexmûrê û wiha got: "Dorpêça kampê didome. Li dijî vê dorpêçê dayikên aştiyê li ber xwe didin. Nexweş nikarin biçin nexweşxaneyê. Dayikên ducanî yên nekaribûn biçin nexweşxaneyê zarokên xwe winda kirin. Ger ku Kurd nebin yek wê her dem rastî pêkanînên bi vî rengî bên. Divê em pirsgirêkên xwe ên şexsî dînin aliyekî û têkoşîna xwe bilintir bikin.    GUVEN: DU DAYIKÊN LI PÊŞ HDP'Ê LÊBORÎN XWESTIN Û DEST JI NOBETÊ BERDAN     Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, di çalakiya Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm de got: "Çalakiy rûniştina li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê provokasyon e. Lê lîstika wan pûç dibe. Îro li gorî agahiyên ji mere hatin, du dayikên tev li çalakiyê bûbûn lêborîn xwestin û ji wir veqetiyan. Niha AKP-MHP di rewşa dijwar de ye. Niha li pêş avahiya HDP'ê provokasyon heye."    Çalakgerên Nobeta Demokrasiyê piştî axaftinan 5 deqîqeyan rûniştin û belav bûn. Wê sibê li heman qadê çalakiya xwe berdewam bikin.