HDP: Pirsgirêk polîtîk e werin em hemû dayikan li meclîsê guhdar bikin 2019-09-09 14:00:38 ENQERE – Endamê MYK'ê yên HDP'ê bertek nîşanî lêpirsîna der barê rêveberên Rêxistinên HDP'ê yên Navçe û Bajarê Amedê de hatiye vekirin dan. MYK'a HDP'ê diyar kirin ku çareserî bi pirsgirêkan çareser nabe û wiha got: "Pirsgirêk polîtîk e. Werin em li dayikên bi salan in li aqûbeta zarokên xwe digerin, dayikên rastî neheqî û êrîşan tên bi hevre li meclîsê guhdar bikin.    Endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî lêpirsîna dozgeriya Amedê ya der barê rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar ên Amedê de vekirin, daxuyanî dan. MYK'ê ya HDP'ê diyar kir ku ev lêpirsînek dirû ye û wiha got: "Ev pirsgirêk polîtîk e. Bi dozgeran çareser nabin. Waliyê bajar daxuyanî da û diyar kir ku lêpirsîn dane destpêkirin. Ev lêpirsîn encama dirûtiyê ye. Em qerîna hemû dayikan dibihîzin. Em êşa hemû dayikan fam dikin. Em dixwazin êdî dilopek hêsirê dayikan nebarin. Em pirsgirêkan bi rêya demokratik û aştiyane çareser bikin. Em bi muzakereyan pirsgirekan çareser bikin. Yên ku me destê aştiyê dirêjî wan kir û kulm li destê me xistin em nas dikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûn û dewletahiqûqê çareser dibe. Yên dibêjin pirsgirêka Kurd tune jî em dizanin. Me gelek ev fîlm temaşe kirin. Yên bê wîcidanî êrîşî Dayikên Aştiyê kirin me dizanin. Yên hemû zext û tundî li ser dayikên Şemiyê mişandin em dizanin. Heman kes niha dayikên din îstîsmar dikin û dixwazin bi van dayikan îktîdara xwe biparêzin. Werin em bi hevre li meclîsê li hemû dayikan guhdar bikin. Partiya me ji bo aştî û demokrasî bê ser vê axê têdikoşe. Lê yên di şer de israr dike êrîşî têkoşîna me dikin. Piştî wekîlên me û rêveberên me li pêş avahiya HDP'ê ya Amedê bang li rayedar û partiyan kir ku em bi hevre pirsgirêkê çareser bikin vê carê dozgeriyê der barê rêveberên me yên Amedê de lêpirsîn dan destpêkirin. Em dibêjin pirsgirêk bi van lêpirsînan çareser nabe. Pirsgirêk polîtîk e û bi dozger çareser nabe. Em carek din bang li Serokomar û îktidarê dikin ku li şûna malbatan bi destê polîsan dişînin partiya me, werin em bi hevre li meclîsê li hemû dayikan guhdar bikin û bi hevre pirsgirêkê çareser bikin. Bila hemû partiyên siyasî yên li meclîsê berpirsiyariyê bidin ser milê xwe."