Aksunger ê CHP'î: Bi qasî avê pêdivî bi îtîfaqa demokrasiyê heye 2019-09-09 10:18:21   ENQERE - Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger, diyar kir ku îktîdara AKP'ê di di polîtîkayên derve de ketiye tengasiyê û wiha got: "Li dijî îktîdarê bi qasî av û hewayê pêdivî ji îtîfaqa demokrasiyê heye"    Bertekên li dijî tayînkirina qeyûman ên Şaredariyên HDP'ê yên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Endamê Meclîsa CHP'ê Erdal Aksunger diyar kir ku tayînkirina qeyûman siyasî ye û wiha got: "Li Tirkiye êdî daraz ne serbixwe ye. Erka Wezîrê Karên Hundir ku qeyûm tayîn bike rewşek guhnedar e. Ev ji bo Tirkiyeyê paradigmayek şaş e. YSK'ê di hilbijratina 31'e Adarê de ji bo hemû namzetan lêkolîn kir. Ger ku biryara darazê hebûya wê ev kes nekarîbûna bibûna namzet. Ev yek li diji makeqanûnê ye. Ev xespa vîna gel û neteweyî ye. Ev pêkanînek keyfî ye. "   Aksunger, da zanîn ku bi vê yekê peyamê dide civakê û wiha lê zêde kir: "Tişta qeyûm kiriye bi daxuyaniyên Ahmet Turk pir balkêş dibin. Dema qeyûman deynê ceyran û avê hebû. Lê di serdema qeyûm de av û ceyranê qut nakin. Piştî dema Turk av û ceyranê qut dikin. Ev balkêş e. Di serdema qeyûm de bê pîvan xerç kirin. Tayînkirina qeyûm nîşan dide ku li Tirkiye demokrasî tune. Her ku diçe Tirkiye dikeve rewşek kaos. Xweserî şertê demokrasiyê ye. Divê rêveberiyên herêmî bên xurtkirin. Ji bo vê yekê pêdivî bi îtîfaqa demokratîk heye. Divê nûnertiya Demokrasiyê bê xurtkirin. "    Aksunger, bal kişand gefên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu yên li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û wiha bi dawî kir: "Piştî Îmamoglu Amed ziyaret kir kirin hedef. Ziyaret ne li dijî qanûn û zagonan e. Lê Wezîr tiştên li dijî sinc dibêje. Ev bêcîdîyeta dewletê nîşan dide. Nîşan dide ku hikûmet û dewlet perîşan bûye û ji eyarê derketiye.    MA / Dîren Yurtsever