Nobeta Demokrasiyê: Vîna Tirkiye xesp dikin 2019-09-07 15:42:08 AMED - Li Amed, Wan û Mêrdînê Nobeta Demorasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 20'an de berdewam dike. Siyasetmedar Nesrîn Nas li Amedê tev li Nobeta Demokrasiyê bû û got: “Bi tayînkirina qeyûnan vîna gelê Tirkiye xesp dikin." Berdevkê Platforma Gazî û şehîdên Gaziyan Volkan Kesanbîlîcî jî got:  "Mixabin her car ji bo bûyerê nexweş em tên Amedê. Em ê her dem piştevanî û şêwirmendiyê xurt bikin."  Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman li Mêrdîn, Wan û Amedê di roja 20'an de berdewam kir. Nobeta Demokrasiyê ya li Amedî li kolana Lise berdewam kir.  Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, parlamenterên HDP'ê, Hevşeredar, Rêveberên ESP'ê, Dayikên Aştiyê. nûnerên rêxistinên demokratîk di bin dorpêça polîsan de çalakiya xwe berdewam kirin. Kesên di nobeta demokrasiyê de li dijî qeyûman dirûşme berz kirin.    MALBATÊN GEZÎ DI NOBETA DEMORASIYÊ DE NE   Di roja 20’an a Nabotên Demokrasiyê de Malbatênk Gazî û Şehîdên Geziyê jî amade bûn. Bavê Alî Îsmail Korkmaz Şahap Korkmaz, Dayika Ahmet Atakan Emsal Atakan, Dayika Berkin Elvan Gulsum Elvan û bavê Berkîn Sami Elvan, Dayika Ethem Sarisuluk Sayfi Sarisuluk amade bûn. Di çalakiyêde pankarta ku kesên di çalakiya Gezî de jiyana xwe ji dest dabûn hat xêzkirin.    DAYIKA ZULKUF GEZEN JÎ DI ÇALAKIYE DE BÛ.    Dîsa dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildrim, Dayika Zulkuf Gezen ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî li dar xist u dawî li jiyana xwe anî, Havva Gezen jî tev li nobetê bûn û piştgirî dan nobetê. Di nobetê de Berdevkê Platforma Gazî û şehîdên Gaziyan Volkan Kesanbîlîcî got: “Em carek din li Amedê ne. Her cara em tên ne ji bo tiştên xweş in. Mixabin her cara em tên ji bo tiştên xerab pêk hatine em li vir in. Hin caran ji bo Sûra hat xerakirin, hin caran ji bo doza Medenî Yildirim ê li dijî Qelekolên li Lîcê hatin avakirin jiyana xwe ji dest da, Hin caran jî ji bo dozaı Tahir Elçî û doza Kemal Kurkut ê di Newroza Amedê de hat kuştin em tên vir."    Kesanbîlicî, da zanîn ku ev mirov bi cudakirayê tên sucdarkirin û wiha got: "Na ne wisa ye. Her dem bi mere ketin nava şêwirmendiyê. Her dem ji bo aştiyê tekoşiyan. Ji peyvirgirtina wan wê xizmeta çi bike? Tayînkirina qeyûmê xizmeta pêşeroja welat nake. Em e şêwirmendî û piştevaniya xwe berdewam bikin. Her cara em bên vî bajarî nûnerên vî gelî wê bibin muxatabê me. Em biçin ku emê vê têkoşînê vebêjin û pêş bixin."    NAS: VÎNA TIRKIYEYÊ TÊ XESPKIRIN'    Siyasetmedar Nesrîn Nas jî li ser navê Hewldana Hemwelatîbûnê, Baloka Aştiye û Koma Diyalogê axivî bal kişand ser “Vîna mîllî". Nas, got "Ji bo ku ez bêjim Stenbolê hûn ji bîr nekirine ez latim. Vîna mîllî yekpare ye. Ger ku li Amedê vîna mîllî tune be, li Stenbolê jî vîna mîllî tune ye. Ger ku li Amed, Wan û Mêrdînê vîn bê xespkirin, wê demê vîna Tirkiye jî tê xespkirin. Demokrasî yekpare ye. Em ê mil bidin hev û bi hevre têbikoşin. Ger ku em di daxwazên xwe yên demokrasiyê de israr bikin emê bi hêz bibin.    Nas, cezayê li Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu jî hatiye birîn şermezar kir.    Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.    WAN    Li Wanê jî Nobeta Demorasiyê di roja 20'an de berdewam kir. Rêxistina HDP'ê ya Wanê li pêş avahiya HDP'ê ya Rêya Armûşê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamenterên HDP'ê Muazzez Orhan, Murat Sarinç, Ayşe Acar Başaran, Ayşe Surucu, Hasan Ozguneş, Murat Çepni, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Mustafa Avci, rêvebirên navçe û bajaran ên HDP'ê,  Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê  û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Di çalakiya şermezarkirina qeyûman a li ber avahiya navçeya Îpekyoluyê de pankartên "Hevserokatî pergala me ya azadiyê ye, kes nikare xesp bike hat hilgirtin","Qeyûm xesp e","Qeyûm dijminê çandê ye","Qeyûm dijminê jinê ye" hatin hilgirtin.    'Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin'   Di daxuyaniyê de Hasan Ozguneş got:"Em li dijî darbeya qeyûman têkoşînek demokratîk didin. Bi awayekî ne hiqûqî dest dan ser şaredariyên gel. Em ê îradeya gel teslîmî Enqereyê nekin. Ji bo nelêritiyên wan derneve holê qeyûman tayin dikin. Ji bo rantê qeyûman tayin dikin. Em ê li dijî vê neheqiyê têkoşîna xwe bidomînin."   Çalakiya Nobeta Demokrasiyê bi rûniştinê bi dawî bû.