Koçyîgît: Pir giring pêdivî makeqanûna demokratik heye 2019-09-07 11:34:13 ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku makeqanûna heyî maf û azadiyan naparêze û got: "Bi taybetî pêdivîyek pir zêde bi makeqanûna demokratîk ku hemû maf û azadiyê tevahiya civakan diparêze heye."    Xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya “Makeqanûna Demokratîk" “Pakêta Darazê" û “Îtîfaqa Demokrasiyê" de dewam dike. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, destnîşan kir ku pir zêde pêdivî bi makeqanûna demokratîk ku maf û azadiya hemû beşên civakê, nasname û baweriyan diparêze heye û wiha got: "Makeqanûna heyî maf û azadiya mirovan naparêze. Ev Makeqanûna heyî, ya darbeyê ye. Tayînkirina qeyûman a Wan, Amed û Mêrdînê darbeya siyasî ye. Tayînkirina qeyûn nîşan dide ku li vî welatî demokrasî tune ye. Qanûn êdî bê tesîr in. Di serdema îktîdara AKP'ê de bê hiqûqî derket asta herî jor. Makeqanûna 12'ê Îlonê dij demokratîk e. Lê niha em bi hikûmeta faşîst a AKP-MHP'ê re rû bi rû ne. Em niha dixwazin ku ev makeqanûna bê avakirin hemû mafan û azadiya hemû beşên civakê biparêze. Pêdivî bi peymana civakê ya azadî û demokrasiyê heye. Divê makeqanûna ku hemû beşên civakê qebûl dikin bê sazkirin.    Sedema şerê heyî neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Yên di neçareseriya pirsgireka Kurd de israr dikin di şer de jî israr dikin. Îro şerê herî mezin li dijî jinê pêş dixin. Li dijî hemû tiştên baş û xweşik şerek tê meşandin. Divê em li dijî hemû cureyên şer bibin yek û li dijî vî şerê tune dike têbikoşin. Ger ku em li dijî şer û bê hiqûqiyê nebin yek, ev bêhiqûqî wê li her derê belav bibe. An emê bi hevre têbikoşin, an emê tev têk biçin. An emê Tirkiyeyê demokratîk bikin, an jî emê belav bibin."