Ji bo Sûriyeyê xeteke nû: Dê Tirkiye û Îran tunebin 2019-09-07 11:13:42 HELEB - Hevserokê MSD'ê ya Helebê Mîrî Şîblî diyar kir ku bi Rûsya, Îran, Tirkiyeyê re dibe ku Fransa, Almanya, Misir, Urdun û Yekitiya Mîrnişînin Erebî jî tevlî hevdîtinên Astanayê ku amadekariya wan tê kirin, bibin û wiha got: "Ji bo herêmê xeteke nû tê xizkirin û dê hewl bê dayîn ku hebûna Tirkiye û Îranê bê bidawîkirin."   Li gel ku ji ber pevçûnên demên dawîn ên di navbera Rejîma Sûriyeyê û Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/El Nusra) ku ji Tirkiyeyê piştgirî digire de agirbest hat îlankirin jî rejîm bombardûmana xwe domîne. Ketina bin kontrola Rejîmê ya Han Şeyhûn û Morekê ku 9'êmîn noqteya çavdêriyê ya Tirkiyeyê lê ye, hêzên navneteweyî anî hemberî hev. Beriya hevdîtina 5'emîn a Soçiyê ku tê payîn di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li Enqereyê bê lidarxistin, gengeşî derketiye asta herî jor. Hevserokê Buroya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Helebê Mîrî Şîblî geşedanên ku pêk tên, nirxand.    PÊNGAVA RÛSYAYÊ   Şîblî diyar kir ku hêzên navneteweyî Rûsya û Amerîka û hêzên herêmî Tirkiye û Îran dixwazin herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi rê ve bibin û wiha got: "Qada Sûriyeyê ji bo vê yekê mînakeke vekirî ye. Di navbera van hêzên da peymanên veşarî hene û herkes di derdê girtina para xwe de ye. Yek ji van peymanan jî Peymana "Herêma Hatiye Bêçekkirin" ku hewl tê dayîn li Îdlibê bikeve meriyetê ye. Rûsya pêngavên ku Tirkiyeyê ji NATO'yê veqetîne davêje. Peymana S-400'an jî di vê çarçoveyê de ye û Rûsya ji bo vê yekê her cûre hêsaniyê pêk aniye."   OPERASYONÊN ÎDLIBÊ   Şîblî da zanîn ku Rûsya dixwaze Tirkiyeyê bikişîne koalîsyona wan a ku Îran û Çîn jî di nav de ne û ev tişt anî ziman: "Tirkiye di hêla erdnîgarî û startejîk de li cihekî girîng e. Ji ber vê yekê Rûsya Tirkiyeyê teşfîqê S-400'an dike. Tirkiye jî dixwaze ji nakokiyên di navbera her du hêzan de sûd bigire. Lê lihevkirina di navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rûsyayê aciz dike. Ji ber vê yekê Rûsya li rojavayê Firatê ket nav liv û tevgerê û ji Tirkiyeyê xwest di nav 48 saetan de ji Îdlibê vekişe. Rûsya di di gefa xwe de bi micid bû. Piştgiriyeke mezin da operasyonên hewayî yên Îdlibê. Heta di operasyona Han Şeyhûnê de hêzên rûs jî li qadê hebûn. Pêşveçûneke mezin çêbû û di encamê de encameke ku hevsengiyê biguherîne pêk hat."   DI ASTANAYÊ DE GUHERTIN PÊK HAT   Di berdewamê de Şîblî destnîşan kir ku dê piştî hevdîtinên Sôçiyê dê di dawiya Îlonê de 14'emîn Civîna Astanayê pêk were û wiha pê de çû: "Dibe ku formata Astanayê biguhere. Bi Rûsya, Îran, Tirkiyeyê re dibe ku Fransa, Almanya, Misir, Urdun û Yekitiya Mîrnişînin Erebî jî tevlî hevdîtinên Astanayê ku amadekariya wan tê kirin, bibin. Dê li Astanayê Almanya û Fransa bi hêzên ereb re bên gel hev û ji bo herêmê xeteke nû xêz bikin. Bi ketina meriyetê ya vê yekê re dê hewl bê dayîn ku hebûna Tirkiye û Îranê ji holê bê rakirin. Heke Amerîka û Rûsya li hev bikin, dibe ku tu roleke Tirkiyeyê li herêmê nemîne. Di encamê de Amerîka û Rûsya li herêmê bimînin û xeteke nû xêz bikin. Di civînên bi beşdariya hêzên ewropî û ereb de biryar bê dayîn ku cihên ji Tirkiyeyê bên valakirin dê bên têjekirin."   AMERÎKA ÇIMA LI ÎDLIBÊ DA?   Şîblî bal kişand ser para dewletên mezin a di avakirina komên radîkal ên li Sûriyeyê de û têkildarî mijarê ev tişt got: "Piştî nêzbûna Rûsya û Tirkiyeyê ya li herêmê, Amerîka bi êrîşa xwe ya li hemberî komên girêdayî El Qaîdeyê nîşan da ku "ew jî heye" û di heman demê de di mijara Rûsyayê de peyam da Tirkiyeyê.   TSK DI BIN DORPÊÇÊ DE YE   Şîblî herî dawî anî ziman ku Tirkiye sozên xwe yên peymana Soçiyê pêk naniye û ji ber vê yekê Rejîma Sûriyeyê li herêmê operasyon pêk aniye û wiha bi dawî kir: "Niha li 9'emîn noqteya çavdêriyê ya Tirkiyeyê di bin dorpêçê de ye. Dê leşker li gorî lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ji herêmê bên vekişandin." Şîblîn pirsa 'Dê li Îdlibê şerekî mezin pêk were, heke pêk bê dê kî di vî şerî de cih bigire' jî wiha bersivand: "Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ji hemû sûriyeyiyan pêk tê. Niha ji bo ku QSD tevlî şerê Îdlibê bibe tu lihevkirineke tuneye. Di vê mijarê Rejîma Sûriyeyê heta niha têkiliyeke fermî bi QSD'ê re dananiye. QSD'ê ji bo hemû Cihanê bi DAIŞ'ê re şer kir. Heke peymaneke bê çêkirin dê hedefa me ya sereke Efrîn be. Weke MSD em gelek caran bi Rejîma Sûriyeyê re rûniştin. Lê negihîştin tu encamê. Lewre rejîm hê jî bi mêjiyê berê tevdigire. Heke lihevkirinek çêbibe divê ne tenê ji bo Îdlibê, ji bo hemû deverên di bin kontrola hemû koman de be."   MA / Nazim Daştan