Ozkan: Agirbesta li Îdlibê ji bo leşker vekişin hat îlankirin 2019-09-07 09:02:39 STENBOL – Pisporê Rojhilata Navîn û nivîskar Îslam Ozkan, bilêv kir ku agirbesta ku rejîma Şamê li Îdlibê îlan kir, ji bo leşkerên tirk ên li herêmê vekişin îlan kiriye û got: "Ger pirsgirêka li Îdlibê çareser bibe, wê li Sûriyeyê pêvajoya muzakereyê dest pê bike."    Her çend şerê li Îdlibê yê di navbera hêzên rejîma Sûriyeyê û Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku Tirkiye piştgiriyê dide sivik bûbe jî, lê asta krîtîk dest pê kiriye. Ji bo ev rewş zelal bibe Serokomar Recep Tayyîp Erdogan çû Rûsyayê û hevdîtin bi Serokê Rûsyayê Pûtîn re çêkir. Di roja duyemîn a hevdîtinê de Artşa Sûriyeyê ku Rûsya piştgiriyê didê, careke din li HTŞ'ê da. Li ser vê komên li Îdlibê li hemberî Tirkiyeyê serî rakirin. Piştî Rûsya ket navbeynê Artêşa Sûriyeyê di 31'ê Tîrmehê de agirbest îlan kir.    Rojnamevan-Nivîskar Îslam Ozkan, qewimînên li Îdlibê nirxandin û got, ger pirsgirêka li Îdlibê bê helkirin wê piraniya pirsgirêka Sûriyeyê jî hel bibe.    Ozkan, bilêv kir ku Tirkiye di pêvajoya Soçî û Astanayê de HTŞ'ê wekî "rêxistina terorê" îlan kiriye û xwestiye bê îmhakirin, lê belê piştî fêm kir wê êrîş û bombebarana Rûsya û rejîma Şamê bibe sedema mirineke zêde ya sivîlan dev ji vê yekê berdaye. Ozkan, diyar kir ku alîgirên li Soçîyê ne bi awayekî yekser be jî lê bi awayekî neyekser sozên dabûn bi bîr xistin û got: "Li wir Rûsya Tirkiyeyê tawanbar kir. Ev yek jî ji ber nepaqijkirina HTŞ'ê bû ku her kes wê wekî rêxistina terorî îfade dike. Bînim bîra we, di Îlona 2018'an de li Soçiyê hin civîn hatin çêkirin û ên li wir gotibûn divê mesela HTŞ'ê ya li Îdlibê bê nîqaşkirin. Yanî yekser biryara operasyonê hatibû girtin. Lê belê Erdogan mudaxileyî vê pêvajoyê kir û xwest pêvajo bi muzakereyê bê helkirin. A rast ev jî nîşan dide ku hêza Tirkiyeyê têra vê yekê nake."    HESAB LI HEV DERNEKET    Ozkan, destnîşan kir ku heta niha HTŞ bi tu kesî re li dor maseya dîplomasiyê rûneniştiye. Ozkan, bilêv kir ku ji xeynî çekê tu rêbazeke vê rêxistina navbirî tune ye. Ozkan, anî ziman ku loma ne pêkan e ku ev mesele bi muzakereyê bê helkirin û got: "Ew wê çaxê jî diyar bû. Bi qasî têdigihêm Tirkiye dixwest OSO'yê têxe dewrê û li Îdlibê HTŞ'ê ji holê rabike. Lê belê ev yek li hev derneket. Û tişta derket holê ku HTŞ bi temamî bûs erwerê Îdlibê. Yanî HTŞ, li Îdlibê xurtri bû û tevahiya bajêr xist bin kontrola xwe."    ‘JI BO TIRKIYEYÊ AGIRBEST HAT ÎLANKIRIN'    Ozkan, bilêv kir ku ji ber ku Tirkiye sozên ku li Soçî û Astanayê dabûn bi cih neaniye Rûsya mudaxileyî Îdlibê kiriye û got:    “Kesên qewimînên li Îdlibê dişopandin dizanibû dawiya dawî wê operasyonek çê bibe. Û pêk jî hat. Tirkiye, tenê ev pêvajo bi derengî xist. Piştî operasyon dest pê kir noqteya çavdêriyê ya 12'an a Tirkiyeyê ji aliyê leşkerên Sûriyeyê ve hat dorpêçkirin. Paşê li wir agirbestek hat îlankirin. Bi qasî fêm dikim sedema vê yekê ew bû ku leşkerên tirk ber bi xeta bakur ve biçin. Ji xeynî vê bûbû sedema krîzeke navnetewî jî. Çimkî ber bi Deriyê Sînor ê cîlvegoziyê koçberiyek dest pê kir. Li vira Tirkiye, Rûsya û Şam hatin şermezarkirin. Li ser vê rejîma Şamê biryareke bi vî rengî girt û agirbest îlan kir."    Her wiha Ozkan, bi bîr xist ku piştî agirbesta Şamê vê carê DYA yê li Îdlibê HTŞ'ê bombebaran kiriye. Ozkan, got, ev êrîşa hewayî êrîşeke muema ye, çimkî demek e dirêj e ku DYA qet mudaxileyî komên El Qaîdeyê nekiribû.    MA / Ferhat Çelik