Temellî: Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan 2019-08-28 11:01:11 ENQERE – Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî got ew li dijî qeyûman bêîtatiya sivîl berbelav dikin û got: “Yên me tune dihesibînin, bi tu awayî mafê wan nîne me bixin bin berpirsiyariyê. Em ne mecbûr in rizabûnê nîşanî derewên wan bidin û çavkaniyên xwe bidin talanger û dizekan.” Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî tayînkirina qeyûman ser şaredariyên bajarên mezin a Amed, Wan û Mêrdînê li gelek deveran çalakiyên xwe dewam dike. Li aliyê din jî HDP di çarçoveya “Destûra bingehîn a demokratîk”, “Îtîfaqa demokrasiyê” û “Pakatê darazê” de bi gelek aliyan re tê cem hev.    Çalakiyên HDP li dar dixe wê çawa li pêş bikeve û dê HDP ji niha şûn ve çi bike mijara meraqê ye. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî ji ajansa me re axivî.    ‘LI HER DEVERÊ PIRSGIRÊK DIPIJIQIN’    Temellî di destpêkê de got: “Tirkiye vî wêneyê kesên çareseriyê dixwazin û kesên li dijî çareseriyê ne baş dît. Rûyê aştîxwaz û şerxwazan baş eşkere bû. Rûyê darbekaran û demokrasîxwazan eşkere bû. Ev pir zelal derketiye holê. Peyama Ocalan a beriya tayînkirina qeyûman gelek watedar û girîng e. Di esasê xwe de peyamên Ocalan ên ji bo çareserî û aştiyê dide ji roja ewil ve wêneyê Tirkiyeyê radixîne ber çavan. Ev wêne çi ye? Ev wêneyê aştiya civakî ye û pêşniyara modela li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev e. Yên vê ji nedîtî ve tên maseya Dolmabahçeyê qelibandin û siyaseta demokratîk tasfiye kirin û tundiyê li gelan ferz dikin. Me herî dawî di tayînkirina qeyûman de vê yekê dît. Yanî li cihekî aqilê demorkasiyê, li cihekî aqilê qeyûm, li cihekî aqilê şer û li cihekî aqilê aştiyê… Li her deverê pirsgirêk di pijiqin. Li şûna aştiyê heke hûn şer bixwazin wê ew agir her deverê bişewitîne. Ji ber vê yekê bang û peyamên Ocalan gelek bi nirx in.”   ‘TAYÎNKIRINA QEYÛMAN DEWAMA TECRÎDÊ YE’    Temellî bal kişand ser hiqûqa dewletê ku ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeye û got: “Ev gelek eşkere ye. Ji bo hûn vê xespê bikin û ji bo hûn ji cûreyek dijqanûnî pêk bînin divê hiqûq were tasfiyekirin. Li holê hiqûq nemaye. Baş e, li cihê hiqûq nîne em çi dibînin. Em wêneyê tecrîdkirinê dibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin tenê tecrîd ne li Îmraliyê ye. Tecrîd li ser hemû welat pêk tê. Tecrîd dibe sedemê neçareserkirina pirsgirêka kurd. Li cihê pirsgirêka kurd nayê çareserkirin, pir hêsan dikarin derkevin derveyî hiqûqê. Kesên hiqûqê binpê dikin va eşkere bi destên qeyûman van pêkanînan gelek hêsanî pêk bînin.”    ‘WÊ EV FELAKET TIRKIYEYÊ BI XWE RE BIBE’    Temellî bal kişand ser tayînkirina qeyûman ên ser şaredariyên wan û got: “Pêkanîna qeyûm, înkarkirin erka xwe ya siyasî ye. Tayînkirina qeyûm tasfiyekirina sindoqan e. Kesên tasfiyekirina pîroza dikin, di esasê xwe de xwe jî tasfiye kirine. Em carek din bang li Serokkomar û îktîdarê dikin, gavek berê gavekê dest ji vê biryarê berdin. Ev tayînkirina qeyûman bû sedema nerazîbûna gelên Tirkiyeyê. Bi rêvebirin qeyûman sûc e. Xeletiy e. Divê demildest hevşaredarên me vegerin ser wezîfeya xwe. Wê felaketek mezin Tirkiyeyê bi xwe re bibe. Pêwîste Tirkiye demildest dest ji şaşîtiyan berde ku ev felaket wê bi xwe re nebe.”    ‘EW JI HIQÛQÊ FÊM NAKE’    Temellî daxuyaniyên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu rexne kir û got: “Li gorî texmîna min Wezîrê Karê Hundir, nizane dewlet, dewleta hiqûqê, dewleta destûra bingehîn çi ye û di van mijaran de ne xwedî agahî ye. Çimkî ew bi emelê xwe yê datîne holê tê fêmkirin ku ji dewletê fêm nake.”    ‘EM NE MECBÛR IN ÇAVKANIYA XWE BIDIN TALANGERAN’    Temellî da zanîn ku ji roja ewil ve gel li dijî tayînkirina qeyûman bi hêrs e û berteka xwe tîne ziman û got: “Divê bertek tenê ne li Amed, Mêrdîn û Wanê bên nîşandan, divê li her devera Tirkiyeyê were nîşandan. Qeyûm tenê tayînî ser HDP’ê nekirine, tayînkirina qeyûm xespkirina ji mafên me wêdetir tiştek e. Ev pêngava ku her devera Tirkiyeyê bikin qeyûm û bi qeyûman birêve bibin. Bêqeyûm nikarin birêve bibin. Heta Serokkomar derket Enqere û Stenbolê jî tehdît kir. Wê demê divê her kes li dijî qeyûman xwe bike înîsiyatîf û vîna xwe deyne holê. Nizanim bacê şaredariyê ye, fatûreye, ew e viya ye, ne mecbûr in ji van re rizabûnê nîşan bidin. Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanger û dizekan. Em ê heta dawiyê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Bi piştevaniyek mezin wê her roj li kolanan dengê me bilindttir bibe û dê bertek bên nîşandan. Min li Amedê got, her yek ji me em Gandî ne.”    MA / Selman Guzelyuz