Kûbîlay: Astengkirina hevdîtina li gel Ocalan nayê qebûlkirin 2019-08-09 15:50:00   ENQERE - Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Nabe ku li gorî rewşa konjonkturî û siyasî hevdîtin bê astengkirin." Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kûbîlay li ser rewşa dawî ya geşedanên diqewimin li Navenda Giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist. Kûbîlay bang li desthilatdariya AKP'ê kir ku li Derya Spî, li sînorê Bakurê Sûriyeyê, li Başûrê Kurdistanê û Egeyê dest ji polîtîkaya xwe ya şer û afirandina aloziyê berde û aştî, muzakere û diyalogê ji bo xwe esas bigire.    Kûbîlay têkildarî hevdîtinên li gel Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî axivî û wiha got: "Di vê dema krîtîk de pêkhatina hevdîtinê bêguman girîng e. Li derveyî naverok û girîngiya hevdîtinê, li gorî me tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Mafekî bingehîn ê Birêz Ocalan e ku karibe hevdîtinê bike. Ne ya qebûlkirinê ye ku hevdîtin li gorî rewşa konjonkturel siyasî bê astengkirin."   Kûbîlay bal kişand ser nêrîn û peyamên Ocalan ên di hevdîtinên dawî de hatin eşkerekirin û wiha dewam kir: "Ocalan careke din nîşan da ku bi nêrîn û pêşniyarên xwe dema tevlî pêvajoya siyaseta demokratîk bibe wê çareseriya bi rêya diyalogê û hevdîtinan di asta herî bilind de xurt bike."   Kûbîlay geşedanên di navbera salên 2013 û 2015'an de qewimîn bi bîr xist û got hingî Ocalan di dewrê de bû lewma atmosfereke aştiyê li Tirkiyeyê afirîbû.   Kûbîlay wiha got: "Eger hêz û rayedar dixwazin pirsgirêkan bi rêya hevdîtin û diyalogê çareser bikin, hingî divê dawî li polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê bînin û rê bidin Ocalan ku tevlî vê pêvajoyê bibe."