Temellî: Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e 2019-06-08 15:32:58 SÊRT – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Sêrtê axivî û got: “Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e. Divê ku her kes dikaribe bi Ocalan re biaxive û fikrê xwe bîne ziman.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û şandeya pê re ji bo bernameya pîrozkirina Cejna Remezanê çûn Sêrtê. Gellek welatiyan Temellî û yên pê re pêşwazî kirin. Temellî li avahiya HDP’a Sêrtê cejna welatiyan pîroz kir û pişt re derbasî Şaredariya Sêrtê bû. Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik û encûmenên şaredariyê bi kulîlkan Temellî pêşwazîkirin.    ‘ME WAN TÊK BIR’    Temellî li salona konferansê ya şaredariyê cejna welatiyan pîroz kir û têkoşîn û destekdayîna gelê Sêrtê ya ji bo partiya wan silav kir. Temellî da zanîn ku wan di hilbijartina 31’ê Adarê de pêşbaziya siyaseta Tirkiyeyê guhertine û wan ji bo zavoqa Tirkiye nikare jê derkeve vebijêr afirandine û rê vekirine. Temellî got wan di 31’ê Adarê de feraseta qeyûm û feraseta li dijî partiya wan û gelê kurd zilmê dike têk birine.    ‘WERIN EM ÎTÎFAQA DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’    Temellî destnîşan kir ku HDP’ê tecrîdê şikandiye û dê faşîmzê jî bişkîne û got: “Hemwelatî ne layîqî rejîmek wiha ne. Welat demokrasiyê heq dike. Ji bo rakirina astengiyên li pêş demokrasiyê wezîfeya me ye. Em carek din li hemû beşên civakê dikin, Tirkiye hêj ji cendereya tecrîdê û sazîkirina faşîzmê rizgar nebûye. Werin ji bo tesîskirina demokrasiyê em li dijî faşîzmê bi hev re têbikoşin. Werin em di îtîfaqa demokrasiyê de cih bigirin. Em dikarin îtkîdarek demokratîk ava bikin.”    ‘NIKARIN WELAT BIRÊVE BIBIN’    Temellî diyar kir ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye û heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê tu pirsgirêk çareser nebin. Temellî got li Tirkiyeyê krîza nebirêvebirina welat heye, polîtîkaya şer dispêrên welat û nikarin birêve bibin.    ‘HETA ZIKÊ WE DIÊŞE BÊJIN KURDISTAN, WÊ TU KURDEK DENG NEDE WE’    Temellî peyva “Kurdistan” a Bînalî Yildirim li Amedê anî ziman bibîr xist û got: “Yên ku di pêvajoya 31’ê Adarê de ji me re digotin ‘Bicihimin biçin’ niha jî li Amedê behsa Kurdistanê dikin. Çimkî me viya nîşanî wan da ev der welatê me hemûyan ê hevpar e. Em ê neçin tu cihî. Niha jî tabelayên kurdî dadixînin. Zimanê gelê kurd tune dihesibînin. Ew şaredarên vê pêkanînê li dijî zimanê kurdî pêk tînin, ne şaredarên me ne. Hûn nikarin rastî û heqîqeta zimanê kurdî tune bihesbînin. Hûnê li Amedê bêjin Kurdistan heye û bi kurdî biaxivin û li Bedlîs û Tetwanê jî tabelayên kurdî daxînin û tiştekî nabêjin. Heta ku zikê we diêşe bêje Kurdistan wê tu welatiyên kurd deng nede we. Di hilbijartinê de dostên gelê kurd in û dema hilbijartin diqede kurd jî diqedin û bi îşaretên guran bersiv didin.”    ‘DEM DEMA ÇARESERIYÊ YE’    Temellî da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd dema avêtina gavên jidil hatiye û got: “Heke hûn dixwazin pirsgirêkê çareser bikin, divê hûn ji vê yekê re bibin muxatab. Muxatabê vê mijarê jî Birêz Ocalan e. Ewqas zelal e. Ji bo vê yekê ne hewceyî kifşkirina dinyayê ye. Di 2013’an de ev yek pêk hat. Di bîra hemû însanan de ye. Siyaseta demokratîk nîşanî me da ku Tirkiyeyek û dinyayek çawa diafîrine. Niha jî dem dema çareseriya demokratîk e. Divê ku her kes dikaribe bi Ocalan re biaxive û fikrê xwe bîne ziman.”    Temellî piştî axaftinê li gel şandeya xwe çû navçeya Misircê.