Koçyîgît: Gelê herêmê rûyê AKP’ê ji rastiya Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê dinasin 2019-06-08 12:22:22 STENBOL - Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, bal kişand ser armanca gotina Namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ya "Memûsê Kurdistanê" û wiha got: “Gelê Kurd rastiya AKP’ê ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiya nas dike. Her çend bixwazin bi 2 gotinên kurdî xwe şêrîn bikin jî êdi nikarin dilê gelê kurd û dengê gelê kurd qezenç bikin."    Polîtîkaya AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd, ji hilbijartinê heta hilbijartinek din tê guhertin. Dîsa polîtîkayên AKP'ê yên li hemberi gelê kurd piştî hilbijartinê û beriya hilbijartinê ji hev cuda ne. AKP bêtir li ser esasê çawa dengê Kurdan qezenç bike nêzî Kurdan dibe. Piştî Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî stratejiya hilbijartina 31'ê  ya “Emê li Kurdistanê qezenç bikin û li Rojava bidin windakirin" aşkere kir, Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan li dijî vê gotinê derket û got 'Cihekî bi navê Kurdistanê li welatê min tune. Li Iraqê Kurdistan heye. Bila bicehemin û biçin' û rastiya xwe ya li hemberî Kurd û Kurdistanê anîbû ziman. Gelê kurd bertekên hişk nîşanî vê yekê dabûn. Piştî AKP di hilbijartina 31'ê Adarê de têk çû û AKP'ê Stenbol winda kir, ji bo di hilbijartina 23'ê Hezîranê de dîsa denrgê Kurdan qezenç bike vê carê zimanê xwe yê li hemberî Kurdan guhert. Namzetê AKP-MHP'ê Bînalî Yildirim piştî di 31'ê Adarê de winda kir vê carê ji bo di 23'ê Hezîranê de dengê kurdan di dest bixe zimanê xwe yê li hemberî Kurdan guhret. Hin caran got Kurd jî netew in zimanê wan heye û divê bi zimanê xwe bi axivin. hin caran jî dibêje Kurd û hemû neteweyên din wek hev. Herî dawî di 6'ê Hezîranê de çû Amedê û got 'Memûsa Kurdistanê' û bi kurdî axivî. Bertekên gel, siyasetmedar û rewşenbirên Kurd ên li dijî Bînalî Yildirim zêde dibin.      ERDOGAN GOT ‘TUNE' YILDIRIM GOT ‘HEYE'    Yildirim, pişti hat Amedê li Amede got "Memûsa Kurdistanê" û bi vî rengî hebûna Kurdistanê qebûl kir. Lê beriya hilbijartinê  Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan jî gotibû Kurdistan tune. Hevberdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigît, bal kişand ser armanca gotina Namzetê AKP-MHP'ê yê Şaredariya Stenbolê Binalî Yildirim ya "Memûsê Kurdistanê" û wiha got: “Gelê Kurd rastiya AKP’ê ji Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Sîlopiya nas dike. Her çend bixwazin bi 2 gotinên kurdî xwe şêrîn bikin jî êdi nikarin dilê gelê kurd û dengê gelê kurd qezenç bikin. Êdî AKP dizane bêyî dengê gelê Kurd nikare qezenç bike. Serokomar Erdogan berîya hilbijartina 31'ê Adarê ji hilbijêrên Kurd û HDP'ê re çi gotin Kurd vê yekê ji bîr nakin. Di asta herî jor de dijmnantiya Kurd kirin. Hewl dan bi dengê nijadperest hilbijartinê qezanç bikin. Lê AKP têk çû. Niha hilbijartina Stenbolê di 23'ê Hezîranê de nû dibe. AKP piştî dît winda dike vê carê dixwazin xwe bi kurdan şêrîn bikin. Dizanin ku êdî bêyî dengê Kurdan nikarin qezenç bikin. Hewl didin Kurdan îkna bikin. Tên li herêmê digerin û bi pêşengê Kurdan re hevditin dikin. Ziyareta Amedê jî bi vê armancê bû."    'AKP SIYASETA BÊ HESTÎ DIKE'    Koçyigit, bal kişand ser siyaseta AKP’ê û wiha axivî: "Van gotinên wan nîşan da ku AKP çiqas siyaseta bê hestî, bê rêgez û bê sinc dimeşîne. Yanî mirovan dengê wekî hilbijêr dibine. Hin caran ziman, çand û nasname înkar dike û hin caran jî ji bo dengê wan bistîne qebûl dike. AKP wisa difikire ku êdî wê bi çend gotinên şêrîn dengê Kurdan ji wan bistîne. Lê êdî kurd bi çend gotinên şêrîn û xweşik naxapin. Diçe li Amedê bi Kurdî dibêje ‘Çawanin’, ‘Mebûsa Kurdîstanê" û dixwazin xwe bi kurdan şêrîn bikin.    LI ALIYEKÎ QALA KURDISTANÊ DIKIN LI ALIYE DIN TABELAYÊN KURDÎ DADIXIN   Li aliyekî Binali Yildirim li Amedê bi kurdî di axive û qala Mebûsa Kurdistanê dike, li aliyê din Şaredariya AKP’î ya Bedlisê tabelayên Kurdî radike. Ev nîşan dike ku nasname, ziman û çanda Kurdan qebûl nakin. Dixwazin bê nasname bihêlin û tune bikin. Dixwazin Kurdê serî li ber wan ditewîne ava bikin. Mînaka Bedlisê pir dilêş e. Hem şaredar Kurd e û hem jî tabelaya Kurdî dadixe."    GEL RASTIYA SÛR, NISÊBÎN Û CIZÎRÊ DIZANE   Gulistan Kiliç Koçyigît, da zanîn ku gelê Kurd rastiya Cizîr, Nisêbîn, Sûr û Sîlopî ji bîr nake û wiha bi dawî kir: "Kurdan di hilbijartina 31'ê Adarê de deng nedan AKP’ê û bersîvek baş da. Gelê Kurd wê di 23'ê Hezîranê de jî bersîvek baş bide AKP'ê. Rastiya ruyê AKP'ê di daxistina tabelayên Kurdî yên Bedlis û Tetwanê de veşarî ye. Ruye rast ê AKP'ê di gotina "Kurdastan tune' de veşarî ye. Rastiya AKP’ê di Sûr, Cizîr, Sîlopî û Nisêbînê de veşarî ye. Ger ku hûn dixwazin dil û denge kurdan qezenç bikin divê divê hûn nasname, hebûn û nirxên kurdan qebûl bikin û bi makeqanûnan mîsoger bikin."    MA / Ferhat Çelîk