Kurtulan a HDP’î: Gotina Yildirim a Kurdistan pêkenok e 2019-06-08 09:57:07 ENQERE – Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan."    Namzetê AKP- MHP’ê yê Şaredariya  Bajarê Mezin a Stembolê (ÎBB) Binali Yildirim, di 6'ê Heziranê de li Amedê hem bi kurdî axivî û hem jî got "Mebûsa Kurdistanê" li aliyê din Serokomar Erdogan beriya hilbijartinê digot cihekî bi navê Kurdistanê tune. Dîsa piştî hilbijartinê ligel biryara meclîsa Dersimê, navê Dersimê qebûl nekirin. Dîsa tabelaya kurdî ya Bedlîs û Tetwanê daxistin. Balkêş e Yildirim beriya hilbijartina Stenbolê hat Amedê û Rihayê û li dengan digere. Ji bo dengan ji Kurdan bistînin xwe şêrîn xuya dikin. Hem bu kurdî gel silav dike û hem jî bi Kurdî cejnê pîroz dike. Lê dema Bînali Yildirim bi kurdî axivî her kesî dizanîbû ku armanc û nêta wî ne Kurdistan û kurdî ye. Li kolanên Amedê bertekên li dijî vê yekê gelek zêde bûn û tu kesî ev gotinên wî ji dil nedîtin. Têkildarî mijarê Parlamenter û Wekîla Seroka Koma HDP'ê Fatma Kurtulan, bal kişand ser gotina Bînalî Yildirim a “Kurdistan û Dersim” û wiha got: "Ev gotina Yildirim gotimek pêkenok e. Hemû kolan pê dikenin. Hemû pêşniyarnameyên me yên peyve Kurdistan di navde hene, tev bi hinceta 'Qibe, dişkîne, birîn dike' tên dîtin û red dikin. Bînalî Beg dema Serokê meclîsê bû red dikir, niha jî bi xwe dibêje Kurdistan. Gotinên Yildirim ji bo di hilbijartina 23'ê Hezîranê de dengan kom bike ye. Di her serdema hilbijartinê de îktîdar zimanê xwe nerm dike û dixwaze dengê Kurdan bistîne. Balê dikişînin ser pirsgirêka kurd û zimanê Kurdî. Pir aşkere ye her gotinên wî ji bo di hilbijartina Stenbolê de bi ser bikevin û ne ji dil e. Kurdan gelek caran şens daye AKP’ê. Lê AKP'ê her dem ev yek li dijî kurdan bikar anîye."    LI DIJÎ KURD Û KURÎ BÊ TEHAMULÎ LI HER DERÊ HEYE'   Kurtulan, destnîşan kir ku gotina tenê ji bo hilbijartinê ji bo dilê Kurdan xweşk bike encam nagirin û wiha got: “Hêj hefta borî tabela navê Dersîmê daxistin. Dema gelê Dersimê li navê Dersîmê xwedî derketin rastî gefan hatin. Dîsa li Bedlîs û Tetwanê tabelayên Kurdî daxistin. Dema me li Kursiya Meclîsê got erdnîgariya bi navê Kurdistanê neteweyê bi navê Kurd hene û zimanê vî neteweyî Kurdî ye em rastî bertekên pir hişk hatin. Dîsa dema me li Kursiya Meclîsê 2 gotinên Kurdî gotin em rastî bertekan hatin. Lê niha beriya hilbijartina Stenbolê diçin li Amedê bi kurdî di axivin û dibêjin Kurdistan. Gotina Mustafa Kemal a Memûsa Kurdistanê dubare dikin. Kurd ji xwe vê yekê dizanin. Kurd êdi bi van gotinên wan naxapin. Niha axa ku Kurd lê dijî piranî qedexe ye. Zimanê Kurdî qedexe ye. Li dijî Kurd û Kurdî bê tehamulî heye. Êdîşî destkeftiyên Kurdên Rojava dikin. Dema kurd daxwazên xwe yên rewa tînin ziman rastî tundiya pir zêde tên. Binçavkirin, îşkence û girtin di asta herî jor de ye. Hilbijartinên em bi ser dikevin betal dikin. Qeyûm tayînî şaredariyên me dikin. Lê niha Bînalî Yildirim diçe li Kurdistanê dengan dixwaze. Kurt vê yekê qebûl nakin. Gelê Kurd êdî pir zahe û hişyar e. Lê agahiya Bînalî ji zanebûna Kurdan tune ye. Êdî Kurd ne Kurdên berê ne. Dengê Kurdan ên bidin Yildirim tune ye. Heta niha pêşniyarên me yên peyve Kurdistan têre derbas bûn tev red kirin û tahammul nekirin û red kirin. Niha jî Bînalî Beg diçe dibêje Kurdistan. Gelê Kurd li kolanan pê dikenin û pêkenok dibînin. Rojnameyên Kurdî, Qursên Kurdî dibistanên Kurdî tev girtin. Rojnamegerên Kurt tên darizandin. Tu projeyên AKP'ê yên ji bo Kurd, Kurdî û gelê Kurd tune ye. Ji ber vê yekê Gotina Bînali Yildirim a Kurdistanê ne ji dil e. Tu kes ji vê yekê bawer nake."    MA / Berîvan Altan