Parlamenterê CHP’ê Bekaroglu: Tişta daxwaz dikin zagonî ye 2019-05-15 19:38:22 ENQERE – Parlamenterê CHP'ê Mehmet Bekaroglu, têkildarî çalakiya dayikên girtiyan a li Meclîsê û êrişa li dijî dayikan nirxand û got: "Kî dibe bila bibe divê zagon ji bo her kesî wek hev têkevin meriyetê. Wê demê em ê bibin dewleta hiqûqê. Niha tişta dixwazin, daxwazek zagonî ye."  Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Mehmet Bekaroglu, têkildarî çalakiya dayikan a li Meclîsê ku ji bo balê bikişînin ser daxwazên zarokên xwe yên li dijî tecrida Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketine rojiya mirinê û greva birçîbûnê axivî.    Piştî Hartiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî têkildarî girtina saziyên kurdî, perwerdehiya zimanê zikmakî û zextên li ser kurdî pêşniyar da meclisê, li ser navê CHP’ê Bekaroglu  mafê axaftinê girt. Bekaroglu, wiha got: “Di pêşniyara HDP'ê de balê dikişîne ser pirsgirêka zimanê zikmakî. Dixwazin li ser qedexeyên zimanê Kurdî lêkolîn bê kirin. Me qala zimanê zikmakî kir. Duh em li ser dayikên ku li vir bi erdê re hatin kaşkirin, ji bo zarokên wan nemirin li pêş girtîgehan çalakiye rûniştinê li dar dixin, û zextên heyî axivîn. Tişta dixwazin tiştekî zagonî ye. Dive zagon ji bo her kesî wek hev be. Bila bi tu awayekî zarokên tu dayikan jiyana xwe ji dest nedin. Li vir daxwaza van dayikan ewe ku zarokên wan nemirin. Baş e. Zarokên wan çi dixwazin? Dibêjin bila tecrîd rabe. Bila tecrîd rabe tê çi wateyê? Serokê Giştî yê MHP'ê jî got; ‘Bila êdî Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtin bike'. Cezayê muebeta giran girtibe jî bi sucdariya terorê bê cezakirin jî Kî dibe bila bibe li hemberî zagonan wek hev e. Divê zagon ji bo her kesî wek hev bin. Ne wisa be nabe dewleta hiqûqê. Tişta niha daxwaz dikin daxwazek zagonî ye.  Kaşkirina dayikan a bi erdê re pir bi êş e. Ji ber vê yekê mirovên ku dikevin greva birçîbûnê û rojiya mirinê em erê nakin. Em tu daxwazên mafdar bi rojiya mirinê û greva birçîbûnê naxwazin. Lê ger ku mirov neçarî vê yekê bên hiştin, ev yek jî nayê qebkûlkirin.  Zimanê zikmakî jî bê guman ne tene Kurdî ye. Nêzî 35  zimanên zikmakî hene. Nêviyê van zimanan êdî nayên axaftin. Min berê jî gotibu. Tenê ger ku dewlet dest bavêje vî karî dibe ku rast bibe. Ger ku bi rastî jî hemû mirov wek hev in, ger ku hemû  nîjad, ziman, kawîm û bawerî li pêş zagonan wekhev bin wê demê divê dewlet vê meselê bigire dest û çareser bike. Divê rê li pêş tunekirina ziman bê girtin. "