Buldan: Wê her tişt muhteşem be 2019-05-14 13:43:15 ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna koma Meclîsê de bang li hemû gelê Tirkiye kir ku di bin baneya HDP'ê û îtîfaqa Demokrasiyê de kom bibin û guh bidin peyama Îmraliyê û wiha got: " Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasî, edalet û aştiyê diparêzin, divê bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ger ku tecrîd rabe wê aştî, demokrasî û aramî pêş bikeve. Yên Tirkiye bi reve dibin bi şopa hilberîna SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve. Heta niha HDP'ê Tirkiye bi ser xist wê ji niha û şûnde jî bi ser bixe. Em dibêjin wê her tişt muhteşem be."    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di civîna Koma HDP'ê ya li meclîsê de geşedanên di rojevê de nirxandin. Buldan, ewil kesên di komkujiya Soma de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn  wiha got: "Îro parêzerên karkerên Soma girtî ne. Lê bersûc serbest digerin. Carek din ez sersaxî ji malata wan dixwazim. Em carek din li vir soz didin malbatên karkeran ku emê doza wan a kedê berdewam bikin. Niha parêzerê doza karkerên Soma Selçûk Kozagaçli ngirtî ye. Em li vir silavên xwe jêre dişinin."    'EM Ê HEMÛ ASTENGIYÊN LI PÊŞ ASTENGDARAN RAKIN   Buldan, bi minasebeta heftea astengdaran ji bal kişand ser rewşa astengdaran û wiha axivî: "Ev hefte dîsa hefteya astengdaran e. Em ji bo astengiyên li pêş astengdaran rakin em ê bi hevre têbikoşin. Em li vir dibêjn şaredariyên ku me bi dest xistine emê wan dîsa li kar vegerînin û şertên bê asteng ava bikin û wan bi tenê nalêlin."     'HETA KUJER BÊN DARIZANDIN Û WINDA BÊN DÎTIN TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME'    Buldan, bal kişand ser hefteya windayan jî û wiha pêde çû: "Ev hefte, di heman demê de hefteya windayane.  Li ser vê axa em lê dijîn 1915'an heta 1990'an bi rêk û pêk mirov hatine windakirin. Dayik ji 1995an û şûnde her hefte roja Şemiyê çalakiyan li dar dixin. Ez jî Dayikek Şemiyê me. Ji bo em windayan bibînin em rastî copan hatin. Lê me dest ji lêgerinê berneda. Em ji niha û şûnde jî emê şopdarê vê doza windayan bin. Heta ku kujer bên darizandin û winda bên dîtin ev têkoşîn wê berdewam bike."     EM LI WELATÊ HEQ Û HIQÛQ TUNE DIJÎN    Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Hemû çavkaniyên pirsgirêkan nebûna heq, hiqûq û demokrasiyê ye. Em li welatê ku heq û hiqûq nemaye dijîn. Yek ji nîşaneya vê yekê jî tercrîda li Îmraliyê ye. Hemû kesên li vî welati dijîn di bin tecrîdê de ne. Hunermend jî di bin tecrîdê ne. Tişta herî zêde diparêzin, kesên ku wekî wan nafikirin û wekî wan tev nagerin wan deq dikin û di nava cemaweriyê de reş dikin. Di hilbijartinê de li Şirnexê vîna gel xezp kirin. Mafê hilbijêran xesp kir. Demokrasî û siyaseta demokratîk îro di bin tecridê de ye. Karker, çotkar, jin, ciwan u hemû rengên vî welatî di bin tercrîdê ne. Parlamentera me ya Colemêrgê Rêzdar Leyla Guven 188 rojin di grevê de ye. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê de ne. 30 girtî di rojiya mirinê de. Dayik her roj ji bo zarokên wan jiyana xwe ji dest nedin li ber girtîgehan dikin qêrîn. Lê ji ber vê daxwaza xwe rastî lêdan û copan tên. Ev yek li per çavê hemû gelê Tirkiye pêk tê. Ev yek destpotî û faşîzm e. Ev kesên dijminê mirovahiyê wê roj bê hesabê vê yekê bidin. Em bang li dayikan dikin û dibêjin 'Meraq nekin' em bi were ne. Em ê bi hevre têbikoşin û em ê bi hevre bi ser bikevin.  Duh parlanentera me ya Êlihê Feleknas Uca rastî lêdana polîsan hat. Êrîşî dayikan kir. Dayikên ku îro li Gebze, Bakirkoy, Qoser, Amedê û gelek bajarên din ji bo tiştek bi zarokên wan neyê û daxwazên zarokên xwe bilind bikin çalakiyên rûniştinê li dar dixin rastî lêdan û êrîşa polîsan tên.    GUH BIDIN PEYAMA ÎMRALIYÊ   Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan di hevdîtina dawî de pir aşkere peyam daye. Hefteya borî parêzer çûn Îmraliyê û hevdîtin kir. Peyama Îmraliyê pir girîng e. Ev banga diyalogê ji bo pêvajoyek nû dest pê bike heviyek nû ye. Ji bo diyaloga demokratîk dest pê bike, hemû kesên demokrasiyê diparêzin berpirsiyarek dikevin ser milê wan. Em bang li hemû kesên ku aştî û demokrasiyê dixwazin ku bêdeng nemînin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwazek herî rewa û zagonî ye. Ev daxwaz pêk bê wê di qada civakî de aramiyek pêk bê. Ger ku ev daxwaz pêk bê û tecrîd rabe welat wê nefesekê bistîne Divê tecrîd bi lez bi dawî bibe. Em wekî HDP'ê soz didin van dayikên ku îro hatine vir. Tecrîd tenê we eleqeder nake. Hemû kesên li Tirkiye dijîn e. Emê hemû bi hevre têbikoşin. Emê tecrîdê rakin û zarokên we bidin jiyandin."     Axaftina Pervîn Buldan bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" hat qutkirin.     'BETALKIRINA HILBIJARTINA STENBOLÊ DARBEYA YSK'Ê YE'    Buldan, di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hilbijratinê jî û wiha lê  zêde kir: "Hilbijartina Stenbolê bi awayekî li dijî hiqûqê hat betalkirin. Vîna gelê Stenbolê tune hat hesibandin. Tişta şaîbe biryara YSK'ê ye. YSK'ê aşkere darbeya sindoqê pêk anî. Niha bê şerm dibêjin 'Deng hatin dizîn. Ev ne dizi ye. YSK'ê vîna gel dizî. Fregmana hilbijartina Stenbolê îro li Şirnexê pêk hatiye. Hêj hefteya borî mazbata 10 keyayan desteser kir. YSK îro vîna gel xezp kiriye. Divê em ji vê yekê re jî bêjin bes e. Xazba şaredariyên HDP'ê jî û xezpa Şaredariya Stenbolê bi destê YSK'ê pêk hatiye û darbeya YSK'ê ye. Îro, şaredariyên Cizîr, Qoser, Mêrdîn, Gever di bin tecridê de ye. Bila şikê tu kesî tune be, Stenbol  wê dîsa bi ser bikeve. Divê her kes li demokrasiyê xwedî derkevin. Yên li Cizirê xwedî derneketin wê nikaribin li Stenbolê jî xwedî derkevin. Em vê yekê pir aşkere dibêjin. divê hemû kesên demokrasiyê diparêzin helwestek hevpar nişan bide."     HDP'Ê ROLA XWE LÎSTIYE    Buldan, bal kişan ser rola HDP'ê û destnîşian kir ku di vê hilbijartinê de dîsa rêya demokrasiyê vekir û wê vê tekoşîna demokrasiyê berdewam bike. Buldan, destnîşan kir ku wê bi îtîfaqa demokrasiyê bêtir xizmeta demokrasiyê bike û wiha berdewam kir: "Rêya demokrasiyê çawa di Stenbolê re derbas dibe di Cizîrê re jî derbas dibe. Ger ku em bi hevre li hemberî tecrîdê dernekevin wê demê ev deng kêm dibîne. Divê her kes li her derê bi heman biryarê li her derê dengê xwe bilind bikin ku em karibin rêyea demokrasiyê vekin.  Em carek din dibêjin Demokrasî ji bo her kesî lazim e. Em carek din dibêjin tecrîd didome, hunermend tên deqkirin. Vîna gel tê xezp kirin. Dayik li kolanan rastî copan tên. Binpêkirina mafan didome.    Buldan, polîtîkaya hikûmetê ya aboriyê jî rexne kir û anî ziman ku polîtikayên ku poşetan bi pereyan bifiroşin wê her tişt bibe. Buldan, da zanin ku hefteya borî 2 kesan ji ber pirsgirêken aborî întihar kir û ev encama van polîtîkayên aboriyê ye. Buldan, destnişan kir ku pirsgirêka heri mezin a aboriyê li bajarên Kurdan pêş dikeve û pêşniyar kir ku wezîr biçin li wir lekolîn bikin û wiha bi dawî kir: ""Çandinî têk çûye, lê ew bi şopa hilberîna ÎHA û SÎHA ketine. Ger ku li welatekî şer hebe li wir xizanî û sefaletî heye. Ger ku li welatekî aştî hebe, li wir aramî û şahî heye. Heta ku aştî û demokrakî pêş nekeve aramî û demokrasî pêş nakeve.  Divê gelên Tirkiye hesabê têkçûna aboriyê ji hikûmetê bipirse û bi şopa wê bikeve. Divê hemû kesên aştî, edalet, demokrasiyê dixwazin di bin baneyê demokrasiyê de bibin yek. Ewlehiya herî mezin HDP ye. Rêgezên HDP'ê ye. Polîtîkayên AKP'ê, di 7'ê Hezîranê de, di 16'ê Nîsanê de, di 24'ê Tîrmehê de, di 31'ê Adarê de Tirkiye bi ser xist. Wê di 23'ê Hezîranê de jî bi ser bixe. Em carek din dibêjin her tişt wê muhteşem be."