Hevserokên Giştî yên HDP’ê çûn serdana Kiliçdaroglû 2019-04-22 13:04:05 ENQERE - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, çûn serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû. Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê duh li Enqerê di cenazeyê eskerê de, rastî êrîşê hat ziyarkir.    HDP’ê derbarê serdanê ya duh hat kirin de wiha got: “Hevserokên me yên giştî Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, di roja 21’ê Nîsanê de, Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû yê rastî êrîşê hat ziyaret kirin. Serokwekîlê Meclîsê Mîthat Sancar û Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Rêxistinbûnê Berpirsiyar Alîcan Onlu jî, bi Bûldan û Temellî re serdana Kiliçdaroglû kirin û niyazên derbasbûyînê jê re xwestin.”