Nûnerê YSK'ê: Wezîr beriya hilbijartinê polîs û eskeran dikin hilbijêr 2019-02-11 10:48:34 NAVENDA NÛÇEYAN – Nunerê YSK'ê yê CHP'ê Mehmet Yakupoglu, diyar kir ku beriya 31'ê Kanûna 2018'an Wezareta Karên Hundir gelek polîs û Wezareta Parastina Neteweyî jî gelek esker şandin herêmên krtîkîk û polîs û eskerên kirin hilbijêrên wê herêmê. Lê dest û milê me girêdayî ye û me ev yek neanî rojevê.    Nûnerê Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) ê CHP'î yê ku ji sala 2011'an heta peywirê dike û di nava xebatên 8 hilbijartinan de cih girt Prz. Mehmet Hadimi Yakupoglu, der barê şertên ku hilbijartina 31'ê Adarê pêk bê de agahî dan. Yakupoglu, ku di Rojnameya Sozcu de ji Rojnameger Saygı Ozturk re axivî diyar kir ku bi destê Wezareta Karên Hundir û Wezareta Parastina Neteweyî veguhestina hilbijêran a hin herêman hat rojevê û wiha got: "Di hilbijartinên berê de hîle û lîstikên hilbijartinê dihatin rojevê. Hilbijêrên sexte, hilbijêrên mukerrer dihatin rojevê. “Kaxiza peywirê" didan polîs û eskeran û polîs û eskeran li gelek cihan dengê mukerek bikar dianî. Beriya Hilbijartina 31'ê Adarê vê carê "veguhestina hilbijêran" anîn rojevê. Piştî lîsteya hilbijêran ji aliyê YSK'ê ve di 4'ê Çile de li muxtariyan hatin daliqandin ev yek ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat dîtin. Li gorî lêkolîna HDP'ê li herêmê li 16 bajar û 44 navçeyan di 813 xaniyan de 50 hezar hilbijêrên nû hatin tespîtkirin.      POLîS-ASKER SEWQ KIRIN   Nûnerê YSK'ê yê CHP'î Yakupoglu, geşedanên di nava YSK'ê yên der barê Hilbijartina 31'ê Adardê de wiha vegot: "Beriya guhertinê hilbijêr erkdar be jî, ji bilî bajarê xwe nikare li cihekî din deng bikar bîne. Ji ber vê yekê di 31'ê Kanûna 2018'an de Wezareta Karên Hundir polîs û Wezareta Parastinê ya Neteweyî jî esker sewqî herêmên din kirin û li cihê ku sewq kirin wekî hilbijêr qeyd kirin. Polîs û eskerên ku wekî hilbijêr qeyd kirin dê karibin li wê herêmê degnê xwe bikar bînin."