Sebahat Tuncel: Ji bo jiyana azad em berxwedanê geş bikin 2019-02-08 11:07:54 STENBOL - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, li dijî tecrîdê li Girtîgeha Kandira 25 rojin di greva birçîbûnê deye. Tuncel, diyar kir ku şikandina tecrîdê, şikandina zincîra şere û avakirina jiyana azad e. Tuncel bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezintir bikin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 93’yan de berdewam dike. Piştî Guven, nêzî 300 girtiyên dinav de siyasetmedar û rojnameger jî heyîn ji 16’ê Kanûnê ve li girtîgehan peyder pey ketin grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger. Yek ji girtiyên ketin greva birçîbûnê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Kandirayê dimîne ye.     Tuncel a ji 15’ê Çile ve di greva birçîbûnê deye, pêkanîna tecrîdê, grevên birçîbûnê yên didomin û hilbijartina herêmî ya 31’ê Adar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.    Tuncel, diyar kir ku rewşa tenduristiya wê başe û wiha axivî: “Ji ber greva birçîbûnê dîsîplîna jiyana min a rojane guheriye. Ez li gorî jiyaneke bi dîsîplîn û rêxistinkirî tevdigerim. Hevalên min Fîgen û Burcu jî li gorî rewşa nû ya heyî tevdigerin. Em pêşketinên rojane dişopînin û dinava xwe de nîqaş dikin. Nêzî 10-15 rojane rojnameyan nadin me. Em jî li ser televîzyonê nûçeyan dişopînin. Dîsan em roja xwe bi xwendinê derbas dikin.”   ‘GUVEN MUDAXILEYÊ PÊVAJOYÊ KIR’   Tuncel, anî ziman ku îro Hevseroka KCD’ê Leyla Guven mudaxileyê pêvajoyê kiriye û wiha got: “Guven li dijî êrîşên faşîzane û polîtîkayên zilmê yên di serî de li ser gelê Kurd û hemû gelên Tirkiyeyê ji 8’ê Mijdarê ve ketiye greva birçûbûnê ya bêdem û bêdorveger.  Ji vê pêvajoyê derketin, bi berxwedana li dijî faşîzmê mimkun e. Di vê em li dora rojeva xwe, xwe bi rêxistin bikin û têbikolin. Pirsgirêka azadiyê ne tenê pirsgirêka Gelê Kurd, pirsgirêka hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo ku azadî pêk were, divê em bi daxwaza azadiyê, xwe bi rêxistin bikin, têbikoşin û li ber xwe bidin. Pêvajoya ku hevala me Leyla Guven dayî destpêkirin jî, ev pêvajoye. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiyeyê kûrtir kiriye. Di şexsê Birêz Ocalan de hemû civak hatiye tecrîd kirin. Têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê, dê polîtîkayên tecrîdê bi dawî bike û rêyeke nû veke. Tecrîd, işkenceye, zilme, zordestiye, zexte û siyaseta şere. Hemû kesên ji bo vê dibin ‘Na’ divê beşarî berxwedana hevala me Leyla Guven bibin. Pêvajoya ji zindanan dest pêkirî û heya Hewler, Strasbûrg, Galler, Kanada, Şengal û Mexmûrê belav bûyê, teqez dê serbikeve.”   ‘BERXWEDAN MIROVAN XWEŞIK DIKE’   Tuncel, da zanîn ku hemû awayên berxwedanê mirovan xweşik dike û wiha bilêv kir: “Berxwedan dê tu carî rê nede zilam faşîzmê. Berxwedan navê parastina azadî, wekhevî û rûmeta mirovane. Gelê Kurd di hemû qadên jiyanê de mînakên herî xweşik danîne holê. Weke ku Mezlûm Dogan li zinda Amedê gotî; ‘Teslîmkarî mirovan dibe îxanete, berxwedan jî mirovan dibe serketinê.’ Tenê aliyekê berxwedanê têrê neke. Bedena xwe ji mirinê re razandin, encex dibe îfadeya kevneşopiya israra di azadiyê de. Weteya berxwedana di girtîgehan de kûrtire. Di navenda pergalê de, li dijî pergalê vînek bi hêz dana nîşandan, bi me dan nîşandan ku ka dikare çi bike. Berxwedan, ji bo jiyanek azad û birûmet, wekheviya jin û gelan, pêşerojek azad, vîn û baweriya mirovan bi hêz dike.”   ‘DÊ ÇALAKÎ BERDEWAM BIKIN’   Tuncel bal kişand ser hevdîtina hevdîtina bi Ocalan re hat kirin û wiha domand: “Bêguman piştî 2 sal û nîvan hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re hat kirin girînge. Lê ev nayê wê wateyê tecrîda li ser Ocalan rabûye. Berevajî polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê desthilatdariya siyasî bi rêve dibe. Sedam vê pêvajoyê jî desthilatdariya AKP-Qesrê ye.  Bi armanca şikandina çalakiya greva birçîbûnê hevdîtin hat kirin. Ji 12’ê Çile ve tiştek neguheriye. Berî her tiştî divê polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê bên bi dawî kirin, şert û mercên azadiya Birêz Ocalan bên pêşxistin. Hevdîtina li ser piyan hat kirin, ji daxwazên me pir pir dûre. Heya ku ev daxwazên me neyên qebûl kirin, dê çalakî berdewam bikin. Şikandin tecrîdê, şikandin zincîrên şere. Şans dayîna ji bo jiyaneke nû ye.”    ‘HILBIJARTIN DÊ PÊŞEROJA TIRKIYEYÊ DIYAR BIKE’   Tuncel, derbarê hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de jî axivî û wiha ev tişt gotin: “Hilbijartina herêmî dê pêşeroja siyaseta Tirkiyeyê diyar bike. Desthilatdariya AKP-Qesrê, pêvajoya bi sazîkirina faşîzmê ya bi referanduma 16’ê Nîsanê dest pê kir, dixwaze bi hilbijartina 31’ê Adarê temam bike. Ji ber vê encamên di sindoqan de derbikevin holê girînge. Hilbijartina 31’ê Adarê ji bo gelê Kurd, qada parastina destkeftî, ziman, nasname û çanda xwe û diyarkirina pêşeroja xwe ye. Ji bo qezenc kirina qadên xwe em serkeftinê  ji bo rêheval, dost, demokrat û azadîxwazan re dixwazin.”   ‘GER JIYANEK HEBE, BILA AZAD BE’   Tuncel di dawiya axaftina xwe dirûşmeya ‘Berxwedan jiyana’ bi bîr xist û ev peyam da: “Gotina berxwedan jiyane, vê serdemê baş pênase dike. Berxwedan, li dijî faşîzmê, zalîman û kapîtalîzmê, avakirina jiyanek azad, wekhev, demokratîk û ekolojîk e. Ev hêz  û moral dide. Em hemû kesên dibin ku jiyanek din mimkûne dawetî guvenda azadiyê dikin. Ger jiyanek hebe, bila azad be. Ji bo avakirina jiyana azad, em berxwedanê mezin bikin û li hemû qadan xwe bi rêxistin bikin.”   MA / Yasîn Kobûlan