Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît 2019-01-11 10:16:22 ENQERE - Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê pêşniyazname dabû Meclîsê, lê Meclîsê ji ber gotina “Rayedarên MÎT’ê” pêşniyazname bi hinceta “qebe û nexweş” îade kir. Beştaş, diyar kir ku MÎT’ê ev qebûl kiriye, ger em nebêjin MÎT wê demê emê bêjin çi?    Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, ji bo ronîkirina komkujiya sê jinên siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatin kuştin pêşniyazname dabû Serokê Meclîsê, lê Meclîsê  ji ber gotina “Rayedarên MÎT’ê” pêşniyazname bi hinceta “qebe û nexweş” dît û îade kir.   Beştaş di pêşniyazname xwe de, cih dabû gotinên Musteşarê MÎT’ê yê wê demê Hakan Fîdan ên weke “Kaxizên me yên fermî hatine bikaranîn. Dinava saziyê de, belgeyên bi teknolojiya saziyê hatine amadekirin hene. Me nekiriye. Hin beşên dinava MÎT’ê de kirine” û qeydên dengên kujer Omer Guney ên bi rayedarên MÎT’ê re kiribûn.     GOTIN ‘QEBE Û NEXWEŞ’ HAT DÎTIN    Serokê Meclîsê gotina “Rayedarên MÎT’ê” ya di pêşniyazname de “qebe û nexweş” dît û li gorî madeya 67 a Rêznameya Hûndirin pêşniyazname îade kir.    BERÊ JÎ HATIBÛ DAYÎN    HDP’ê piştî komkujiyê dinava 6 salan de, ji bo bûyer bê ronîkirin 7 caran pêşnûmepirsên lêkolînkirin û 6 caran jî pirsname dan Meclîsê. Beştaş diyar kir ku wê berê pêşniyazname dabûn Meclîsê û  wiha axivî: “Meclîs cara yekemîne bi hinceta ‘Qebe û nexweş’ pêşniyaznamê îade dike.”   'JI XWE MÎT’Ê QEBÛL KIRIYE’   Beştaş, da zanîn ku ji xwe têkiliya kujer Omer Guney a bi MÎT’ê re hatiye îspatkirin û wiha got: “Hemû raya giştî belgeyên MÎT’ê amade kiribûn dîtin. MÎT’ê ev qebûl kir. Hakan Fîdan qebûl kiriye.”     'GELO EMÊ LI  ŞÛNA MÎT’Ê ÇI BÊJIN?'   Beştaş, bertek nîşanî hincetên Meclîsê da û wiha bilêv kir: “Gelo emê li şûna MÎT’ê çi bêjin. MÎT saziyek fermiye û ev cînayet li navenda wê pêk hatiye. Ji xwe li ser vê yekê daxuyaniyên wan hene. Min xwest di vî warî de Meclîs vîna xwe dane holê û bi awayekê berfireh vê cînayetê lêkolîn bike. Dixwazin bi hincetên cuda piya vê bigirin. Ji ber ku dizanin bêmafin. Naxwazin berpirsên komkujiyê derkevin holê. Lê emê tu carî dest ji şopandina vê doz û komkujiyê bernedin.”