Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî 2019-01-10 10:23:23 AMED – Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku rexneyên gelê kurd kir ku ew îtîfaqê çêkin û got: “Heke partiyên kurd di vê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be.” 7 partiyên Kurd di bin sîwana Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) de îtîfaqa hilbijartina herêmî ava kirin. Vê îtîfaqa partiyên kurd di nava gelê kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê de deng veda. Her çiqas çend partiyên kurd ên din di nava îtîfaqê de cih negirin jî lê hemû partiyên di îtîfaqê de cih digirin dixwazin ku partiyên din jî tevlî wêneyê wan ê îtîfaqê bibin. Partiyan got ew ê xebatê li gel partiyên nehatine beşdarî wan nebûne û ji bo beşdarî wan bibin dê dewam bikin.    Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek der barê îtîfaqa pêk anîne de ji ajansa me re axivî.    ‘REXNEYÊN GELÊ KURD ÎTÎFAQÊ PÊK ANÎ’    Çîftyurek diyar kir ku şertên dîrokî yên herêmê, Herêma Federe ya Kurdistanê û geşedanên li Sûriyeyê hin bêtirîn ji bo îtîfaqa siyaseta Kurd fişariyê dike û got: “Bi vê re girêdayî fişara ku gelê kurd pêk anî di 7’ê Çile de li Amedê wêneyê îtîfaqê hat kişandin. Rexneyên gelê kurd di serî de ji bo HDP’ê û tevahiya partiyên kurd hebûn. Van rexneyan me anî qonaxa îtîfaqê.”    ‘ÎTÎFAQA ZIMAN PARÇEYEK PÊVAJOYÊ YE’    Çîftyurek bal kişand ser avakirina Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partiyên Kurd û got: “Li ser bingeha zimanê kurdî jî îtîfaq pêk hat. Ev îtîfaqa pêvajoya ziman jî parçeyek vê pêvajoyê ye.”    ‘ME DI NAVA DU XETÊN CUDA DE DÎWAR KÛN KIR’    Çîftyurek da zanîn ku gelek caran hewldanên îtîfaqa partiyên kurd negihîştiye encamê û got: “Di 7’ê çile de li bakurê Kurdistanê gavek dîrokî hat avêtin. Her çiqas me dîwaran hilneweşand be jî lê me di dîwar de kunên girîng vekir. Li bakurê Kurdistanê li ser du xetan, bi du nêrînên cud, di navbera du xetên cuda de dîwar hatiye lêkirin. Me wek partiyên siyasî jî ji bo di vî dîwarî de kunên erênî vebikin, me gavên girîng avêt. Wê ev gav li ser Başûrê Kurdistan û Rojava bandorên girîng bike.”    ‘DI DILÊ HER KESÎ DE ÎTÎFAQA NETEWEYÎ HEYE’    Çîftyurek destnîşan kir ku îtîfaqa ava kirine dê tenê bi hilbijartina herêmî re bi sînor nemîne û wiha dewam kir: “Dê ev îtîfaq pişt re armanc bike ku deriyê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd vebike. Di 7’ê çile de wêneyê hat kişandin wek yê hilbijartina herêmî xuya dike. Ev gavek biçûk bû. Li her devera cîhanê gavên biçûk ji bo gavên mezin mizgîniya xêrê ye. Lê nêrîna hemû partiyan ew e ku ev îtîfaq bi hilbijartinê re bi sînor nemîne Heke partiyên kurd div ê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be. Dilê her kesî li Bakurê Kurdistanê îtîfaqek mayînde dixwaze. Li şûna gotinên mezin ku me paş ve bixin, divê em bi karên biçûk dest pê bikin û ber bi gavên mezin me em herin. Ev îtîfaq dê deriyên mezin ji me re vebike.”    ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM Ê BI HEV RE SÎNGA XWE BIKIN MERTAL’    Çîftyurek anî ziman ku partiyên di îtîfaqê de cih digirin ji bo destkeftiyên gelê kurd ên netewî bi dest bixin hatine ba hev û got: “Heke sibê li dijî destkeftiyên gelê kurd bi qeyûman ango bi şiklek din êrîş kirin em ê li ser zemînek sivîl a demokratîk hemû bi hev re dikaribin sînga xwe bidin ber. Di deklarasyona me ya siyasî de jî ev heye. Ji bo xurtbûna siyaseta demokartîk a sivîl em ê di pêvajoya pêşiya xwe de di hilbijartina herêmî de piştevaniyê bidin.”    ‘KU BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN NETEWÎ EM HATIN BA HEV’    Çîftyurek diyar kir ku ji bo pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd dê îtîfaqa van partiyan bandorek erênî bike û wiha got: “Me hemûyan bi hişmendiya yekîtiya neteweyî ked da. Em heta dawiyê vê hewldanê birêve bibin. Wê li dijî me êrîşan pêk bînin. Îtîfaqa Cumhur li dijî destkeftî û yekîtiya kurdan hatiye avakirin. Lê dema em gelê kurd ji bo destkeftiyên xwe biparêzin tên gel hev ji me re dibêjin ‘dabeşkar.’ Ji bo kurd dayika xwe bibînin em tên gel hev. Em ji bo vê gavê hewldanan bikin.”    ‘EM DAXWAZA LEYLA GUVEN DESTEK DIKIN’    Çîfyurek bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 64 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: “Em wek KKP’ê daxwazên Leyla Guven mafdar dibînin û destek didinê. Greva birçîbûnê îşkenceya herî giran e ji bo mirovekî. Leyla Guven daxwazek demokratîk û însanî ye. Dibêje bila tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Hevdîtina malbatê û parêzeran a li gel Ocalan daxwazek însanî ye.”    MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç