Buldan: Ji bo siberoja Tirkiyeyê divê hevdîtina bi Ocalan re dest pê bike 2018-10-29 10:54:54   AMED – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Destpêkirina hevdîtina li gel Birêz Ocalan û diyaloga pê re ji bo siberoja Tirkiyeyê girîng e.”    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan der barê xebatên hilbijartina herêmî, operasyona li dijî endam û rêveberên wan, îtîfaqa kurdan û tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî.    ‘HILBIJARTINEK GIRÎNG E’    Buldan anî ziman ku dê hilbijartina herêmî ji bo Tirkiyeyê û partiya wan bibe pêvajoyek girîng û got: “Em wek partî hemû amadekariyên xwe temam dikin. Komîsyonên me hatin damezrandin. Em li ser îtîfaqê û pêvajoya namzet diyarkirinê hevdîtinên berfireh pêk tînin. Heta çend hefteya dê ev hemû temam bibin û em ê stratejî û kampanya xwe ji raya giştî re aşkere bikin.”    ‘ME BEDELÊN GIRAN DA Û EM Ê BIDIN JÎ’    Buldan diyar kir ku HDP û gelên Tirkiyeyê dîsa carek din di bin zextên giran de diçin hilbijartinek din û wiha dewam kir: “Li dijî partiya me êrîşên giran hene. Em di pêvajoyek her roj operasyon pêk tên de diçin hilbijartinê. Serokomar û rayedarên AKP’ê li dijî partiya me û rêveberên me gefan dixwein. Em jî li dijî van gefên wan hin bêtir bi morale xûrt û bi hêzek mezin xwe ji bo hilbijartinê amade idkin. Çimkî ev ne cara yekemîn e ku em bi van operasyonên binçavkirin û girtinê re hevrû dimînin. Me di her serdemê de bedelên giran dan û em ketin hilbijartinan. Em carek din bi serdemek wiha e rû bi rû ne.”    LÊGERÎNÊN ÎTÎFAQAN    Buldan got ew li bajarên herêmê bi rêbazek yekîtî û hevgirtina kurdan esas digire xwe ji bo hilbijartinê amade dikin û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi bi çep û çepgiran re û hêzên demorkasiyê re hevdîtinan dikin û ew ê bi van tifaqan xwe ji bo hilbijartinê amade bikin.    ‘EM Ê QEYÛMAN BIQEWIRÎNIN’    Buldan bal kişand ser kirinên qeyûman û wiha derbirî: “Divê em qeyûman ji şaredariya bi qewirînin. Ji bo me pirsgirêkek mezinin. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Armanca me mezin e û divê ev armanca me nekeve bin 150 şaredariyan. Em ê bi hemû teşkîlatên xwe, aktîvîstên jin, ciwan, kal û pîran bi rûhê seferberiyê xwe beşdarî xebatan bikin. Em xebata ji bo şaredariyên ji xwe re dikin armanc dest pê bikin. Em bi hevparî û hevgirtinek yekîtîya demokrasiyê dikarin gelek şaredariyan ji destê AKP’ê derbixin. Di rojên pêş de em ê bi kî re îtîfaqan bikin dê diyar bibe.”    ‘MESELE NE HILBIJARTIN E, MESELE YEKÎTIYA KURDAN E’    Buldan bal kişand ser hevdîtina li gel partiyên Kurdistanî û van nirxandinan kir: “Em bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinan dikin. Divê em tenê navê vê yekê nekin îtîfaqa hilbijartinê. Hevdîtinê me tenê ne li ser rojeva hilbijartinê ye. Em bixwazin nexwazin jî hilbijartin dibe mijara me. Lê be armanca sereke yekîtî û hevgirtina kurdan e û sekna hevpar e. Em li ser van hemûyan gengeşeyên xwe pêk tînin. Ya ji bo me girîng ev e. Her çiqas ji bo yekîtiya neteweyî carna qeza derketin jî lê di dema derbasbûyî gelek hevalên me hewldanên wan di vê rêyê de çêbûne. Di vê mijarê de hewldan her çiqas hatibin astekê jî lê carna sekinî ye. Ji bo em ruh bidin vê pêvajoyê û ji nû ve bidin destpêkirin berpirsyariya me hemûyan û deynê stûyê me ye. Em di vê çarçoveyê de xebat û civînên xwe didomînin. Mesele tenê ne îtîfaqa hilbijartinê ye, meseleya herî girîng yekîtî û hevgirtina gelê kurd e.”    HDP BI DARBEYEK SIYASÎ RE RÛ BI RÛ YE   Buldan, da zanîn ku partiya wan bi darbeyek siyasî re rû bi rû ye û wiha bilêv kir: “Berî 2 salan di 4’ê Mijdarê de, di serî de Hevserokê me yê Giştî Demîrtaş, hevalên me yên parlamenter û gelek siyasetmedarên hevalên me di heman operasyonê de hatin biçavkirin û girtin. Bi vê armancê xwestin peyamekê bidin HDP, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd. Hişmendiya mezinbûn û berfirehbûna HDP’ê dît, dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê operasyon pêk anîn. A rast xwestin gelên Kurt û Tirk neyên cem hev. Dîsan xwestin xebatên siyasî û têkolîna li kêleka gel dihat dayîn asteng bikin. Operasyona di 7’ê Hezîranê de dest pê kir, me di 24’ê Hezîranê de jî dît û jiya. Lê divê dersê ji encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê derbixin. Pêwîst dewlet û vîna siyasî vê yekê baş bixwîne. Hûn çiqasî bixwazin bigirin, qedexe bikin û krîmînalîze bikin jî, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dê hîn zêdetir bên gel heve û dest ji têkoşînê bernedin. Her ku diçe ev têkoşîn û berxwedam mezintir dibe. Têkoşîna lêgerîna mafekê heye. Ev hemû carek din di 24’ê Hezîranê de derketin holê.”   HDP MEZIN DIBE   Buldan, di dewama axatina xwe de wiha got: “Îro bi hezaran hevalên me yên di dosyeyên wan de tiştek tuneyî, girtîn e. Hevalên me yên parlamenter, Hevşaredar, hevserok, jin û ciwan ên girtî  hene. Ji bo ku em van operasyon û êrîşan vale derbixin, divê em bên gel hev û têkoşîna xwe mezitir bikin. Her ku diçe hilbijartina herêmî nêz dibe. Divê em helwesteke hevpar di vê pêvajoyê de nîşan bidin. Lê bila baş bê zanîn li gel hemû êrîşan jî, HDP mezin dibe û îro di parlamentoyê de 67 parlamenterên wê hene.”   ‘TECRÎT SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’   Buldan, bal kişand ser tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha rêz kir: “Tecrît sûc mirovahiyê ye. Di warê siyasî û hiqûqî ev nayê qebûl kirin. Nêzî 20 salane tecrîtek girankirî li ser Birêz Ocalan heye. Divê tecrît dimildest bê rakirin. Tecrîta li ser Birêz Ocalan, êrîşên li ser gelên Kurd û Tirk jî zêdetir dike. Pêvajoya heyî ya îro li Rojhilata Navîn û herêmê tê jiyîn, bi tecrîta li ser Ocalan ve girêdayî ye. Sê salên muzakereyê yên bi Ocalan re, salên herî xweş ên Tirkiyeyê bûn. Mirov bi hêvî bibûn û bi baweriyek mezin li wê serdemê mêze dikirin. Lê îro ji ber hin daxwazên vîna siyasî ev pêvajo ji holê hat rakirin. Bi vê yekê rê êdî Tirkiyeyê rojên xweş ne jiya. Serdema şer hat destpê kirin û mirov hatin kuştin. Wê demê di hevdîtinên me kirin de Birêz Ocalan digot ‘Ger Tirkiye demokratîk bibe, dê tevahiya Rojhilata Navîn demokratîk bibe.’ Lê ev pêvajo nehat temam kirin û bi dawî hat.”   JI BO KRÎZ, KAOS Û ŞER BI DAWÎ BIBE DIVÊ TECRÎT RABE   Buldan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrît bê rakirin. Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di wariyê pêşeroja Tirkiyeyê de biryar bên girtin. Desthilatdariya îro welat bi rêve dibe, nikare bi serê xwe biryar bide û ne di wê rewşê deye. Em baş dizanin ku dinava vê de hêzên navneteweyî hene. Lê dîsan jî Tirkiye di vî warî de dikare biryar bide û hêzên navneteweyî îqna bike. Em hêvîdarin pêvajoyek wiha bê destpêkirin.”     MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç