'Divê li dijî operasyonan em muxalefeta civakî ava bikin’ 2018-10-11 16:01:38   STENBOL – Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî operasona li 9 bajaran hat lidarxistin dan û gotin: “Bi van operasyonan mafê siyaseta HDP’ê asteng dikin. Divê li dijî operasyonan em rêxistina muxalefeta civakî ava bikin.”    Berteka li dijî operasyona li 9 bajaran a ku navenda wê Amed bû hat lidarxistin didomin. Nûnerên partiyên siyasî bertek nîşanî operasyonê dan.    Hevberdevkê Partiya Siberoja Kesk û Çep Nacî Sonmez diyar kir ku welat veguheriye girtîgehekê û got: “Bê pirs û darizandin mirovan binçav dikin û digirin. Ev operasyon nîşaneya rejîma dîktatoriya li Tirkiyeyê ye. Îxtîdar dixwaze hemû hêzên muxalîf asteng bike. Li dijî HDP’ê hewldanek taybet heye. Ev çend sal e em li Tirkiyeyê van sancoyan dikişînin. Ev di warê demokrasiyê de encamek xeternak e. Ji ber vê yekê şermezarkirin tenê terê nake. Ji bo em vê çawa asteng bikin divê em muxalefeta civakî birêxistin bikin. Heke em vê bi ser nexin wê îxtîdar jî dest ji helwesta xwe bernede.”    ‘DIXWAZIN SIYASETA HDP’Ê ASTENG BIKIN’    Endamê Desteya Serokan a Partiya Azadî û Demokrasiyê (ODP) Alper Taş jî li dijî operasyonan wiha got: “Bi van girtinan dixwazin HDP’ê derxin derveyî rewabûnê. Ev dide xuyakirin wê ev operasyon heta hilbijartina herêmî dewam bikin. Dixwazin mafê siyaseta HDP’ê asteng bikin. Ev jî helwestek antîdemokratîk e.”    ‘DIXWAZIN KOLANAN BÊDENG BIKIN’   Hevserokê Giştî yê SYKP’ê Ahmet Kaya jî nerazîbûna xwe li dijî operasyonê nîşan da û wiha axivî: “AKP û îtîfaqa wê dixwazin kolanan bêdeng bikin û awayê dewleta faşîast a dîktator ava bikin. Di vê çarçoveyê de kî xwe muxalîf nîşan dide li dijî wan operasyonan li dar dixin. Di serê van de jî şoreşger, tevgera azadiya kurd, HDP, HDK tê. Li dijî van operasyon û êrîş didomin.”