HDP’ê ji bo namzetiya Serokatiya Meclîsê Beştaş da nîşandan 2018-07-11 14:00:42 ENQERE – HDP’ê parlamentera xwe ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş ji bo namzetiya Serokatiya Meclîsê da nîşandan.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo namzetiya Serokatiya Meclîsê serlêdan kir. Wekîlê Serokên Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen, parlamenter Ayşe Acar Başaran û Dîlan Dîrayet Taşdemîr serî li Sekretiriya Giştî dan û parlamentera xwe ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş kirin namzetên xwe.