Nêçîrvan Barzanî piştî merasîmê bi Erdogan re hevdîtin kir 2018-07-10 11:48:43 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokwezîrê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tev li merasîma Erdogan a li Qesra Bêştepeyê bû û piştî merasîmê Barzanî bi Erdogan re hevdîtinek kurt kir.  Li Qesra Bêştepe ya Enqereyê duh êvarê merasîma Pergala Hikumeta Serokomariyê hat lidarxistin. Serokwezîrê Hikumeta Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî li ser vexwendina fermî hat tev li merasîmê bû. Barzanî piştî merasîmê hevdîtinek kurt li gel Erdogan kir.    Hat zanîn ku Barzanî di erka nû ya Erdogan de wî pîroz kiriye û bal kişandine ser têkiliyên di navbera Herêma Federe ya Kurdistan û Enqereyê de ku xwestine xurt bibin.