Demîrtaş berdîv da 'Îdamê': Ez gavekê jî paşve navêjim 2018-06-11 17:21:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş, bersîv da gotina Erdogan “îdamê” û wiha got: “Ez gavekê jî paşve navêjim."     Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, bersîv da daxuyaniya Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan a “Ger îdam bianiya parlamentoyê min dê erê kiribûya". Demîrtaş ku li girtîgeha Tipa F a Edîrneyê girtî ye û girtî xebatên hilbijartinê dimeşine li ser hesabê Twitterê got: “Erdogan dibêje bê hilbijartin dê min darve bike. Ka di sala 2018'an de li Tirkiye soza Serokomarekî ya hilbijartinê binerin. Ez dê canê xwe ji bo gelê xwe hezar caran feda bikim. Ez gavekê jî paşve navêjim."