Togrul: Îtifaqa xwezayî ya hêzên demokratîk dê îtifaqên din birûxîne 2018-05-16 09:17:42 DÎLOK – Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.  Parlementerê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê nirxand. Togrûl, destnîşan kir ku dê hêzên civakiyî yên ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê îtifaqeke demokratîk a xwezayî çêkirine, dê herdu îtifaqên rastgir birûxîne. Her wiha Togrûl bi lêv kir ku bêyî kurdan dê tu îftifaq nikaribe Tirkiyeyê bi rê ve bibe.    Togrûl diyar kir ku AKP êdî qebîliyeta ku welat bi rê ve bibe winda kiriye û ji bo bala gel ji ser berberîbûn û bêaramîbûna civakiyî ya li welat bikişîne, operasyona Efrînê daye destpêkirin. Togrûl got: “Maliyeta operasyona Efrînê gelekî zêde bû. Jixwe rewşa aboriyê ne tu rewş e, lê bi ser de jî barê şer lê hat barkirin. Bi vê re ev yek diyartir bû. Ji bo krîza aborî ya li welat neye dîtin û ji bo bandora operasyona Efrînê ya li ser dengên netewperestan neşiê, biryara hilbijartina zordest hat dayîn.”    ‘ÊDÎ AKP BÊYÎ ŞER NIKARE WELAT BI RÊ VE BIBE’    Togrûl, destnîşan kir ku ji ber vê biryara hilbijartina zordest hat dayîn û ev yek li ser berjewendiyên AKP û hevkarê wê MHP’ê hatiye çêkirin. Togrûl, bi lêv kir ku piştî biryara hilbijartinê hatiye dayîn Serokomar Erdogan tim şer tîne ziman û ev yek jî nîşan dide ku êdî AKP bêyî şer nikare welat bi rê ve bibe.    ‘DÊ NIKARIBIN DENGEKÎ JÎ KURDAN BIGIRIN’    Tûgrûl, anî ziman ku di hilbijartineke wisa de dê kurd karibin girêkê vebikin û dê AKP div ê hilbijartinê de nikaribe dengekî jî kurdan bigire. Togrûl got: “AKP berê bîrbiriyeke wisa firand. Bi wan re tu pirsgirêkek min tune ye. Ez bi dabeşkeran, bi PKK’yiyan re bilî nabim. Bi ranta rêveberiyê bi awayekî kêm be jî dengê kurdan girt. Lê belê bi rûxandina bajarên kurdan, bi êrîşa li ser goristanan û derxistina hestiyan nîşan da ku, AKP kurdan ne wekî bira wekî dijmin dibîne. Herkes dizane ku ji hêla Efrînê kevirek jî ber bi vir ve nehatiye, lê dîsa jî Efrînê dagir kir. Derdê evana bi awayeî gitî dijminatiya kurd û Kurdistanê ye. Gelê me baş hay ji vê yekê heye. Dê di vê hilbijarrtinê de nikaribin dengekî kurdan jî bigirin.” Togrûl diyar kir ku dê di 24’ê Hezîranê de li ser sindoqan tenê ne ji kurdan, ji hemû bindest û kedkaran şelmaqê bixwin.    ‘SOZA ME YA HERÎ MEZIN JIYANA HEVPAR E’    Togrûl, destnîşan kir ku tu ferqa herdu bloken rastgir ji hevdu tune ye û xala wan a herî girîng ew e ku herdu îtifaq jî sozên pir hêsan didin gel. Togrûl, diyar kir ku armanca îtifaqa “millet”ê ew ku “bila AKP biçe em welat bi rê ve bibin” û got: “Sozên ku dê çawa berberîbûna li nav welat çareser bikin û dê çawa jiyana bi hev re pêk bînin nadin. Lê belê soza me ya herî mezin jiyana bi hev re ye. Em ê bêaramî û berberîbûna li vî welatî biqedînin. Jixwe hemû gelên li welat, elewî, kedkar, kurd, bindest îtifaqên xwezayî ne. Em ê bi hêza vê îtifaqê bixebitin û herdu îtifaqên din birûxînin.”