Temellî bang li AKP’ê kir: Dawî li peymana Îsraîlê bînin 2018-05-15 15:10:29 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe ya meclîsê de polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî Îsrailê rexne kir û xwest peymanên bi Îsraîlê re bi dawî bike. Temellî ji AKP'ê xwest peymanan bînin meclîsê û hemû bi hevre betal bikin.  Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, di civîna koma partiya xwe ya li meclîsê de nirxandinên geşedanên dawî kir. Temellî, komkujiya ku Îsraîl li ser gelê Fîlîstinê pêk anî şermezar kir û wiha got: "Ez hewldana hikûmeta Îsraîl a li ser gelê Qutsê şermezar dikim. Quds qada hevpar a bawerî û çanda gelan e. Niha Quds kirin qada îstîsmarê. Quds ji dîrokê heta niha bajarê ku mislimantî, xirîstiyanî û Musevî bûne yek e. Divê hikûmeta Îsraîlê dawî li vê dijminantiyê bîne. Hemû gelê li Rojhilata Navîn di bin vê zilmê de ye. Îro dîmenên ku li Fîlîstînê derket pêşberî me, li gelek bajarên kurdan derket pêşberî me. Wekî li Efrîn û Xuta ya Rojhilat jî heman dîmen derketin pêşberî me. Li Rojhilata Navîn şer çareseriyê nîne. Gelan dike diijminê hev. Hikûmeta Îsraîlê jî vê yekê dike amûra hilbijartinê. Hişmendiya Xuta, Efrîn û Qudsê heman feraset e. Aqilê ku Cizîr, Sûr û Nisêbîn xera kir, em niha li vir jî dibînin.  Em dibînin ku şer dikin amûra hilbijartinê. Niha Erdogan bang mîtînga Yenîkapi dike. Em dizanin ku mîtînga Yenîkapi rê li pêş çi vekir. Ji van mîtîngan tasfiyekirina siyaseta demokratîk derdikeve. Êrîşa li ser Efrînê derdikeve. Em bang li AKP'ê dikin û em dibêjin dawî li peymanên bazirganiya çekan a bi Îsraîlê re bînin. Dibêjin piştî mîtinga Yenikapi dê li Amedê mîtîngê pêk bînin. AKP û MHP'ê li Tirkiye li dijî gelê kurd îtîfaq ava kirine. Li Rojhilata Navîn jî li dijî gelan bi Îsraîlê re îtîfaq ava kiriye.      SÛCÊ XWE EFÛ DIKIN   Li Soma 301 karker mirin. Roja ku li Qudsê komkujî pêk hat salvegera  Kommujiya 301 karkerên Soma bû. Em di şexsê 301 karkeran de hemû kakerên madenê dawetî têkoşînê dikin. Meclîsê bi zagona erkê digirin. Ev qanûna erkê li dijî Qanûna Bingehîn e. Îhlala qanûna bingehîn e. Ev sûcê qanûna bingehîn e. Gotin em dêzagonan amade bikin. Dixwazin di her alî de sûcê xwe efû bikin. Efûya îmarê tînin. Li vir 50 milyar dolar heye. Dîsa fona hebûnê heye. Febrîqeyên şekir firotin. Faiz li ser faîzê zêde dikin."    '70 HEZAR  XWENDEKAR GIRTÎ NE'    Temellî bal kişand ser rewşa girtîgehan û xwendekarên girtî û wiha got: "Li Tirkiye 70 hezar xwendekar girtîne. Hemû ji sûcê 'Terorê' girtîne. Li vir terora deletê heye. Ji ber vê yekê divê mafê xwendekaran ê xwendinê dîsa îade bikin. Li Tirkiye gelek pirsgirêk hene. Çareserî jî HDP ye. Ez dê 40 rojên li pêş qala bernameyên ku em bikin bikim. Em dê tiştên xeyalî nebêjin. Tişta ku em bikin em dê bêjin. Me bernameya xwe bi hevre çêkir. Me bigel û esnafên xwe bi hevre çêkir. Em dê berî her tiştî Tirkiye ji OHAL’ê rizgar bikin. Em dê dawî li rejîma KHK'ê bînin. Em dê dawî li Qeyûman bînin. Em dê Tirkiye ji Qanûna Bingehîn a Serdema 12'ê Îlonê rizgar bikin. Em dê Qanûna Demokrasiyê ava bikin. Ji ber ku Selahattin Demirtaş  vê bernameya me diparêze namzetê me ye. "