Tiryakî: Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka 58 milyon welatiyan e 2023-09-12 10:34:46   ENQERE - Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Mehmet Ruştu Tiryakî destnîşan kir ku heta tecrîda li Îmraliyê neyê rakirin dê pirsgirêka kurd jî neyê çareserkirin û tecrîd pirsgirêka 58 milyon welatiyan e.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Girava Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin û ev 30 meh in tu agahî jê nayê girtin. Hevdîtinên malbat û parêzeran bi her awayî hatine qedexekirin. Her çiqas serlêdana hevdîtinan dikin jî lê serlêdanên wan tên redkirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî yê parêzer tecrîdkirina Ocalan ji ajansa me re nirxand.    ‘TECRÎD PÊL BI PÊL BELAV DIBE’    Tiryakî diyar kir ku mînaka herî şênber a nebûna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye û got: “Heke em behsa bêhiqûqî, ne demokratîkbûnê û pirsgirêkên kronîk ên li girtîgehên Tirkiyeyê dikin, cihê ku vê yekê dest pê kiriye tecrîda li Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê pêl bi pêl li girtîgehan û piştre jî li tevahiya welêt belav dibe. Heya ku tecrîda daîmî ya li Îmraliyê bidome, pirsgirêkên li girtîgehên Tirkiyeyê ne wê bi dawî bibin û ne jî wê Tirkiye bibe welatekî demokratîk. Pêşî divê pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin. Em di wê baweriyê de ne ku heke pirsgirêka tecrîdê bê çareserkirin, ev jî gav bi gav dikarin bên çareserkirin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, Tirkiye dê nikaribe gavan biavêje ku bibe welatekî demokratîk, welat dê bi rejîma Rewşa Awarte ya daîmî, siyaseta tundiyê û bêhiqûqiyê were birêvebirin."    ‘KENGÊ BIAXIVE ÇARESERÎ LI PÊŞ DIKEVE’   Tiryakî destnîşan kir ku pirsgirêka kurd bi şer û tundiyê û êrişan nayê çareserkirin û wiha axivî: “Lê dewlet dixwaze pirsgirêka kurd bi rêbazên şer çareser bike. 40 sal in li vî welatî şer diqewime û ev pirsgirêk bi şer nehatiye çareserkirin. Desthilardarî jî dizane ku nikare bi vê rêbaza şer pirsgirêka kurd çareser bike û di siyaseta şer de israr dike. Kengê birêz Ocalan biaxive wê çaxê xweşî û çareserî li pêş dikeve. Ji bo em tecrîdê rakin di heman demê de tê wateya ku gelên me bi awayek hêvî li siberojê binêrin. Her ku tecrîd tê girankirin şer û pevçûn jî dijwar dibin. Lewma tecrîd li vî welatî pirsgirêka 85 milyon mirovan e. Heke tecrîd rabe wê di serî de pirsgirêka aboriya welat û dê gelek pirsgirêkên din bên çareserkirin. Li ser vî esasî divê em bi bîr, bawerî û hêvî bimeşin. Ji bo tecrîd rabe û peyam û dengê birêz Ocalan bigihîje gelê me û gelên din em ê bi awayek cidî li dijî tecrîdê têbikoşin.”    MA / Hakan Yalçin