‘Erdogan bikeve şer wê neçar bimîne ku bedelekî giran bide’ 2022-08-05 09:01:58 ENQERE - Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo êrişa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Rûsya, Îran û Amerîkayê nekariye razîbûnê wergire û got: “Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”   Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, wê bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re li Soçiyê îro were gel hev. Desthilata AKP’ê piştî Tirkiye kete atmosfera hilbijartinê, daxuyaniyên xwe yên têkildarî operasyoneke li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Di vê pêvajoyê de bi topbarana Tirkiyeyê li navçeya Zaxo ya girêdayî Duhoka Herêma Kurdistana Federe 9 welatiyên ereb jiyana xwe ji dest dan û ev yek bû sedema nerazîbûnan.    Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Komîsyona Karên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy, geşedanên li Iraqê diqewimin, hevdîtinên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên têkildarî êrişeke nû ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û encamên wê ji ajansa me re nirxand.    Ozsoy, bi bîr xist ku êrişên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê ne nû ne, piştî sala 2015’an ji 130’an zêdetir sivîlên kurd di êrişan de jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Mixabin careke din jî hate dîtin ku dema kesên dimirin kurd bin, ne di rayagiştî ya Iraqê de, ne di helwesta Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ne jî di rayagiştî ya navnetewî de ne girîng e. Piştî Zaxo ji ber zextên li kolanên ereban hatin Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Huseyîn û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê helwesteke zelal girtin. Dema beriya niha di êrişên Tirkiyeyê de ewqas kurd dimirin ji tu kesî deng derneketibû. Ji Tirkiyeyê hate xwestin ku weke leşkerî ji Iraqê derkeve. Ev yek birin Neteweyên Yekbûyî (NY) lê di fîîliyatê de tiştekî ku were guhertin tune ye. Baregeh û leşkerên Tirkiyeyê hêj yên li wê derê û bombebaran û êriş berdewam dikin.”   Ozsoy, diyar kir ku piştî Komkujiya Zaxoyê Tirkiye neçar ma ji pozisyona êrişê derbasî pozîsyona parastinê bibe.    ‘TEVLIHEVIYA LI IRAQÊ DÊ BIKÊRÎ TIRKIYEYÊ WERE’   Ozsoy, da zanîn ku berdewamkirina tevliheviya li Iraqê wê desthilata AKP’ê li herêmê bi hêz bike û wiha berdewam kir: “Heke bêhikumetî û tevliheviya li Iraqê ji bo demekî dirêj berdewam bike wê Tirkiye li wir zêdetir bingeha mayînê bibîne. Ji ber ku Tirkiye hêza NATO’yê ye. Ewropa ji rewşeke pevçûn û geşedaneke neyînî ya li Sûriyeyê û Iraqê aciz e û ji hatina rêxistinên cîhadîst û penaberan ditirse. Ji ber vê yekê heke li Iraq û Sûriyeyê tevlihevî zêde bibe û şerekî navxweyî çêbibe, wê bibe wesîleyê ku rojavayê cîhanê zêdetir rolê bide Tirkiyeyê. Di encamê de Tirkiye serê rima NATO’yê ya li Rojhilata Navîn e.”   ‘DIBE KU HEZÎMETEKE LEŞKERÎ BIJÎ’   Ozsoy, bi lêv kir ku Erdogan ji bo di polîtîkaya navxweyî de bikarbîne ji derew ve jî be hewcehî bi serkeftinekê dibine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Planên wan ên hatin hazirkirin Ewropa, Amerîka, Rûsya û Îranê ne pejirandin. Hefteya borî Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ku hatibû Tirkiyeyê li pêş kamerayan got ku operasyoneke ku çêbibe xelet dibînin. Alman cara ewil e vê yekê dikin. Ewropa û Amerîka xelet dibînin. Erdogan di derdê ku Rûsya wan bipejirîne de ye lê di hevdîtinên Astanayê de Îranê bi awayekî zelal pozîsyona xwe nîşan da. Dîsa jî Tirkiyeyeke ku rayagiştî ya navnetewî, Amerîka û Rûsya qaneh nekiriye, dikare operasyonekê bike.”   Ozsoy, anî ziman ku operasyoneke ku di serdemeke dijberiya Tirkiyeyê di civaka ereban bilind bûyî de li dijî Sûriyeyê were kirin wê xetereyeke zêdetir bi xwe re bîne û wiha pê de çû: “Li ser Til Rifat û Minbicê disekinin. Til Rifat, bakurê Helebê ye û 20 kîlometre jora wê hemû rêyên hev girêdidin di wir re derbas dibin. Milîsên Îranê, artêşa Sûriyeyê, Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (QSD) li wir dimînin. Heke şerek pevçûnek çêbibe wê artêşa Sûriyeyê û Îranê jî mudaxilî şer bibin. Tirkiye di demeke ku serkeftinê difikire de dibe ku hezîmeteke leşkerî ya mezin jî bijî. Şerekî li wir wê di nava kurdan û çeteyên Tirkiye piştevaniya wan dike û artêşê de nebe. Wê şerekî mezintir ê herêmî çêbibe. Beriya hilbijartinan dagirkirineke din a Rojava di rojevê de ye û dema firsend dîtin jî wê bikin.”   ‘DÊ BEDELEKÎ GIRAN BIDIN’   NATO û rojavayê cîhanê Tirkiyeyê vedixwîne ku di qada siyasî, leşkerî û jeopolitik de roleke girîng bilîze lê yekane rojeva Erdogan-Bahçelî dijminatiya kurdan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî siyaseta dizaynkirina Karadenîz, Îskandînavya û Ewropayê siyaseta ku dê kurdan li du bajarokên din çawa paş ve bibin dikin. Tirkiye çavên xwe tarî bike û êrişî Rojava bike wê şerekî ewqas hêsan nebe. Hem amadekariyên kurdan hene hem jî gelek hêzên ku naxwazin statukoya Sûriyeyê ya niha belav nebe hene. Heke Erdogan di vê hevsengiya hêz û pozîsyonê de bikeve şerekî ku tu kes naxwaze, wê neçar bimîne bedelekî gelekî giran ê leşkerî û siyasî bide.”   MA / Bêrîvan Altan