Dr. Îsa bi Hollande re hevdîtin kir: Cîhan dê heta kengî bêdeng be? 2018-03-13 09:31:34 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerê PYD'ê yê Firansayê Dr. Xalid Îsa yê bi Serokê Fransa yê berê François Hollande re hevdîtin kir, diyar kir ku Tirkiye ruh û nefesê dide DAIŞ'ê û wiha got: “Cîhan dê heta kengî bêdeng be. Em dê heta dawî li ber xwe bidin. Wekî din şensa me tune ye."  Nûnerê PYD'ê yê Firansayê Dr. Xalid Îsa bi Serokê Fransa yê berê François Hollande re hevdîtin kir. Îsa berê jî tevî fermandara YPJ'ê Nesrin Abdullah li Qesrê Elysee bi Serokomar Francois Hollanda re hevditin kiribû. Îsa, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Îsa (Khaled Issa) wiha got: "Wekî Rêveberê Sûriyeya Bakur, em li dijî DAÎŞ û rêxistinên wekî wê têdikoşin. Me diyar kir ku Fransa jî hevparê têkoşîna me ye. Herî zêde Firansa ji rewşa Sûriyeyê dizane û ji nêzîk ve dişopine. Me demek dirêj bi Fransa re li dijî terorê têkoşîn pêş xist. Me têkoşînek serkeftî meşand. Berê jî di asta herî jor de hevditinên me hebûn. Îro jî hevdîtinên me didomin.    ‘BÊHNÊ DIDIN DAIŞ'Ê   Îsa, anî ziman ku Tirkiye nefes û ruh dide DAIŞ'ê û komên girêdayî wê û wiha got: "Tirkiye axa me dagir dike. Piştî axa me dagir dike piştgiriyê dide OSO  û komên din yên terorîstan. Nefesê dide DAIŞ'ê. Yên ku vê rewşê dizane di serî de Fransa û welatên Ewropa hene. Fransa dîsa dizane ku em li dijî terorê têkoşînek çawa didin. Vê yekê jî ji nêzîk ve dişopîne. Dîsa dizane ku kî nefesê dide DAIŞ'ê û hevkaren wê."   'CÎHAN DÊ HETA KENGÎ TEMAŞE BIKE?'   Îsa, anî ziman ku hevdîtina wan erênî derbas bû û wiha got: "Me ne tenê bi Hollande re bi rayedarên nû yên hikûmetê re jî hevdîtin kir û hevdîtinên me didomin. Em bawer dikin ku Fransa di vê mijarê de bêtir hestiyar tev digere. Em bang li cîhanê dikin û dibêjin cîhan dê heta kengî û hêj çi qasî vê komkujiyê temaşe bike? Rayedarên Fransa jî diyar kirin ku ev komkujî dê tenê bi Efrînê sînor nemîne. Neteweyên Yekbûyî vehewandin civînê. Serokomarê Fransa bi Serokomarê Tirkiyeyê re hevdîtin kir. Lê Tirkiye guh nade biryara NY'yê. Cîhan li Kobanê jî heta dawî bêdeng man. Kurd dê heta dawî li ber xwe bidin. Ji bilî berxwedanê wekî din şensa gelê kurd tune ye."   Îsa, helwesta Îngîlîstanê jî rexne kir û wiha got: "Îngilîstan bi feraseta "Qebedayekî daketiye taxê û bala xwe di her kesî dide" tev digere. Dibêjin çi halê wî heye bila bibîne. Em şereki bi edalet û wekhev dixwazin. Lê niha şerekî neheq û bêhiqûq heye. Li ser axa me komkujiyê dikin. Divê kes vê yekê erê neke û tu kes li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne."