Partiyên sosyalîst: Êrîşên li ser Efrînê bi lez rawestînin 2018-03-12 10:15:23 ENQERE – Nûnerên Malên Gel, EMEP, SYKP û SEP’ê bertek nîşanî şerê hewayî û bejayî ku 52 rojin li ser Efrînê berdewam dike, dan û xwestin êrîşên li ser gelê Efrînê bi lez bê rawestandin. Nûnerên partiyên Sosyalist diyar kirin ku li Efrînê Efrînî dijîn û wiha gotin: "Şerê heyî bi yekîtî û tifaqa gelan dikare raweste." Şer û êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê 52 rojin berdewam dike. Di êrîşan de heta niha 232 welatî di encama bombebarana balafir, tang û topên TSK'ê û OSO de hatin kuştin. Balafirên şer der û dorên bajarê Efrînê bombe dike û zorê li gel dike ku gel Efrînê vala bike. Nûnerên Malên Gel, EMEP, SYKP û SEP'ê bertek nîşanî êrîşên Tirkiye yên li ser Efrînê dan. Hevseroka Malên Gel Dilşat Aktaş, diyar kir ku 52 rojin bêyî vîna gel û meclîsê bê naskirin li ser Efrînê şer tê meşandin.  Aktaş, anî ziman ku şerê li ser Efrînê bi daxwaza kesekî dest pê kir û wiha got: "Em wekî kesênk li dijî şer ji vî şerî re dibêjin Na û em dixwazin şer raweste. Çiqas zêde sivîl bên kuştin dê ew qas bêtir li ser vê axê xwîn birije. Dê di nava gelan de eniyan çê bike. Divê êdî Tirkiye polîtîkayên aştiyê pêş bixe. Gelên Tirkiye dikare vî şerî rawestîne. Ne Rusya û ne jî welatên ewropa, ne welatên pak in, Divê peymana aştiyê ku rê li pêş şer rawestîne bê îmzekirin. Yê ku vî şerî rawestîne ne hêza emperyalîst e. Yê ku vî şerî rawestîne hêza gelan e. Em ji hêza cewherî ya gelan bawer dikin. Ev yer dikare bi vîna gelê Tirkiye raweste."    ‘DI TU DERA CÎHANÊ EV YEK NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Cîgira Seroka Giştî ya EMEP'ê Şukran Dogan, diyar kir ku êrîşên li ser Efrînê zêde dibin qebûl nake û wiha got: "Gel li nava bajar kom bûne. Şerê xwe biparêzin tune ye. Bombekirina gelê li nava bajar nayê qebûl kirin. Li tu dera cîhanê ev yek nayê qebûlkirin. Ger ku Tirkiye ewlehiya xwe dixwaze divê di nava ax û sînorê xwe de ewlehiya xwe biparêze. Niha zarok li kolanan dijîn. Em dizanin komên çeteyan çi li zarokan dikin. Me ev yek li Iraqê û li welatên Rojhilata Navîn dît. Niha dibêjin em dê koçberan li Efrînê bi cih bikin. Em dipirsin yên li Efrînê dijîn kî ne? Li Efrînê kurd, Çerkez û gelên din dijîn. Efrîn ya gelê li ser Efrînê dijî ye. Niha dê gelê Efrînê derxin derve û li şûna wan kesên biyanî bi cih bikin. Kesên ku ji Efrînê hatine li Tirkiye bi cih bûne tune."    BOMBEKIRINA EFRÎNÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN   Hevserokê Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Ahmet Kaya jî xwest gelê Tirkiye dikare li dijî rewşa krîza aborî bertekên xwe yên li dijî yerê li ser  Efrînê bînin ziman. Ger ku têkevin Efrînê dê îhlalên mafên mirovan pir zêde bibe. Dê sivîl bên qetilkirin. Divê em êrîşên li dijî Efrînê rawestînin. Niha dibêjin 'em dê Efrînê teslîmî Efrînîyan bikin' Tu rastiya vê yekê tune ye. Ji xwe li Efrînê Efrînî dijîn. 850 hezar kesên ku li Efrînê dijîn kî ne? Ma ew ji Ezmanan hatin Efrînê? Divê teqez em êrîşên li ser Efrînê rawestînin. Ji bo Efrînê teslîmî Efrîyan bikin divê Tirkiye ji Efrînê derkeve. Ger ku Rûsya destûr nedaya û DYA çavê xwe negirtaya Tirkiye nikarîbû êrîş bikiraya. Dixwazin hêza tevgera azadiya kurdan lawaz bikin û li gorî xwe Sûriye perçe bikin û bi rêve bibin. Gelê Tirkiye ne li pişt êrîşan e.  Kurd jî ne li pişt êrîşan in. Kurdan çawa li Kobanê li ber xwe dan, dê li Efrînê jî li ber xwe bidin.    Seroka SEP'ê Guneş Gumuş, diyar kir ku êrîşa li ser Efinê perçeyê çanda burjuvaya Tirk e û wiha got: "Ji bo rejîma xwe ya yek mirov ava bikin pêdivî bi şer dibînin.    MA / Selman Guzelyüz – Berivan Altan