Dayik Arslan: Êrîşê li dijî kurê min, êrîşê li dijî vîna gel e 2018-03-12 09:23:12 EDENE – Dayika Hevserokê Giştî yê DBP'ê Mehmet Arslan ê ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir û bi dijwarî derb kirin Ayşe Fatma Arslan, diyar kir ku ji bo kurê wê aştî xwestiye hatiye girtin û ev tişt got: "Yên êrîşê kurê min kirin êrîşê vîna gel kirin." Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, di 19'ê Sibatê de ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sirgûnî Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê kirin. Ji ber ku lêgerîna tazî qebûl nekir ew derb kirin. Piştî bûyera derbkirinê, li ser daxwazên malbatan parêzerên Platforma Hiqûqnasên Hemdem (OHP) çûn girtîgehê û bi Arslan û girtiyan re hevdîtin kirin, der barê mijarê de raporek amade kirin.   Arslan di raporê de bûyera derbkirinê wiha vedibêje: "Di 19.02.2018'an de ez neqlê Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereya Rîzeyê kirim. Ev qasî 8 rojan e heman cil li min in û girtîgeha ku ez hatim neqilkirinê cilên min neanîn. Dema ez sewqî vir kirim saet 10.20 bû û ez di odeyekê de dam rawestandin. Piştre xwestin lêgerîna tazî bikin odeya ku dixwestin lêgerîna tazî bikin bê kamera bû. Min li dijî lêgerîna tazî li ber xwe da û min berteka xwe anî ziman. Di vê navberê de 10 kes ketin hundur û ji min re gotin ku 'Serokatiya te li vir derbas nabe heke tu qebûl nekî tuyê encamên wê bibînî, vê derê cihê welatparêzan e û hûn hemûyê vê yekê hîn bibin.' Min careke din li ber xwe da û hemû peywirdarên li wir xwe avêtin ser min, heta ku ez li ser hişê xwe çûm li min dan û bi zorê lêgerîna tazî kirin. Piştî lêgerînê heta saet 23.00'an ez di odeyeke din de rawestandim. Dema ez birim revîrê jî der barê derbkirinê de tu rapor nehat sazkirin û tenê nexweşiyeke min heye an tune ew ji min pirsîn û rapora derbkirinê nedan min."   'ÎŞKENCE KIRIN'   Serdozgerê Komarê yê Rîzeyê der barê derbkirina Arslan de daxuyanî da û da zanîn ku "Êrîşa bi sînor" hatiye kirin. Dayika Arslan Ayşe Fatma Arslan di nava hefteyê de bi kurê xwe re telefonê de axivî û bertek nîşanê êrîşê da. Dayik Arslan diyar kir ku wê hefteya borî bi kurê xwe re axiviye, ji ber ku Arslan lêgerîna tazî qebûl nekiriye hatiye derbkirin. Dayik Arslan ev tişt got: "Kurê min lêgerîna tazî qebûl nake. Heta gotiye ku 'Ez bêm kuştin jî ez ê lêgerîna tazî qebûl nekin.' Li ser vê gardiyan êrîşê kurê min dikin. Piştî derbkirinê wî dibin koxûşê. Dema kurê min diçe koxûşê dibîne ku li wir 20 kes hene. Ev 20 kes her yek ji wan dest, difin, mil û devê wan şikestiye. Kurê min got dema ew destpêkê birine îşkence li wî kirine. Îşkence li hevalên wî jî kirine."   ‘KURÊ MIN VÎNA VÎ GELÎ YE’   Dayik Arslan destnîşan kir ku ji ber kurê wê aştî xwestiye hatiye girtin û îşkence li wî kirine û ev tişt anî ziman: "Em vê rewşê şermezar dikin. Kurê min vîna gel e. Ew Hevserokê DBP'ê ye. Lê wekî her kurdî ew jî îşkenceyê dibîne. Tenê sûcekî wî heye ew jî daxwaza aştiyê ye. Em vê îşkenceyê qebûl nakin. Ev îşkenceya li wî hatiye kirin, li gelê kurd hatiye kirin. Nêzikatiya li dijî wî, li dijî vîna gel e. Bila vê îşkenceyê bi dawî bikin."