Erdogmuş: Tişta nujenkirinê ne ol, tirkperestî ye 2018-03-12 09:22:41 AMED - Wekîlê HDP'ê Nîmettullah Erdogmuş destnîşan kir ku peymana tirkperestiyê ya Tirkiyeyê nehatiye nivîsandin tê rojevîkirin, divê bêdengiya kurdan xelet neyê xwendin. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan, berî kongreya partiya xwe ya li Mêrsînê işareta "gurê boz" a MHP'ê kir. Wekîlê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Nîmettullah Erdogmuş, ev helwesta Erdogan nirxand û da zanîn ku dibe vê yekê wekî hewldaneke hilbijêr îqnakirinê bê dîtin û ev tişt got: "Lê em vê yekê wiha nabînin, bingeha peymana tirkperestiyê ya ku li Tirkiyeyê nehatiye nivîsandin, tê avakirin. Erdogan vê işaretê ji dil dike."   ‘KUM KET SERÊ KEÇEL XUYA KIR’   Erdognuş destnîşan kir ku ji bo ev nêrîna AKP'ê ya nû û pêşketinên heyî bên fêmkirin, refleksên wiha girîng in û wiha axivî: "Piştî di navbera AKP û MHP'ê de tercîha polîtîk derket pêş, ji xeta nijadperest zêdetir, fikrên xwe derxistin holê. Ev partiyên navên xwe cuda ne, di warê birdozî de ji hev ne cuda ne. Êdî kum ket û seriyê keçel derket holê."   ‘ERDOGAN, IŞARETA GURÊ BOZ JI DIL DIKE’   Erdogmuş da zanîn ku di demên dawî de ji eniya AKP'ê gotinên nijadperest derdikevin pêş û wiha pê de çû: "Işareta gurê boz ne tenê ji bo meqseda siyasî, ji bo deng girtinê dikin. Ev işareta sempatî, nêzikbûnê û yekbûnê ye. Işaretê gelek ji dil dike."   ‘BINGEHA TIRKPERESTIYÊ AMADE DIKIN’   Erdogmuş anî ziman ku li Tirkiyeyê makeqanûna veşarî ya nehatiye nivîsandin heye, di piştperdeya daxuyaniyan de bingeha peymana tirkperestiyê ava dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tirkiyeya komarê ya ku makeqanûneke wan e nehatiye nivîsandin heye. Ev makeqanûna ku nehatiye nivîsandin jî peymana tirkperestiyê ye. Ev peymana veşarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê re hatiye vegotin. Raya giştî ji vê ra amade dikin. Daxuyaniyên dê olê rojane bikin vala ne. Ev peymana nûjenkirina tirkperestiyê ye. Niha bingeha vê peymanê tê amadekirin. Bi tevahî bi destê dewletê tê kirin. Em di fîkriyata xwe de li dijî yek destiyê ne. Em ê li dijî vê yek destiya ku dixwazin ava bikin tê bikoşin."   ‘DIVÊ BÊDENGIYA KURDAN XELET NEYÊ XWENDIN’   Erdogmuş derbirî ku divê bêdengiya kurdan selet neyê xwendin û wiha got: "Bi giştî bêdengiyek tê dîtin lê gelê kurd qêrîna herî mezin di bêdengiyê de dide. Heke dewlet peyama bêdengiyê ya kurdan baş nexwendibe, desthilatdariyê baş nexwendibe, wê demê hêj kurd baş nas nekiriye. Encamên vê qêrînê diyariyeke ji bo aştiya cîhanê ye. Ev jî xîreta herî mezin a siyaseta kurd a ji bo mirovahiyê ye û hewldanên wê ji bo mirovahiyê ye. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi vê rêya xwe bextewar bibin."