Li Licê cezayê pereyan li welatiyan tê birîn

  • rojane
  • 15:24 27 Gulan 2020
  • |
img
AMED – Polîsan li Licê bi hêceta “wê êriş li dijî şaredarî û qeymeqamiyê pêk were” cadeya li navenda sûkê ji çûnehata wesayîtan re girt û her wiha cezayê pereyan jî li welatiyan dibirin.
 
Polîsan kuçeyên derdikevin cadeya Ataturk a li navenda sûkê ya navçeya Licêya Amedê bi barîkatan ji çûnehata wesayîtan re girt. Beriya niha jî ev cade gelek caran hatiye girtin. Esnafên ji ber girtina cadeyê nikarin kar bikin ji bo rakirina barîkatan serî li Qeymeqamiyê û şaredariyê da. Tevî serlêdana esnafan jî barîkat nehatin rakirin. Hat zanîn ku ji esnafan re hatiye gotin barîkat bi hêceta “wê êriş li dijî şaredarî û qeymeqamiyê pêk were” girtine.
 
Esnaf li dijî vê sepanê bi bertek in û wek “sepanek kêfî” pênase dikin û gotin ev sepan dişibe sepanên salên 1990’î.
 
CEZAYÊ PEREYAN DIDIN WELATIYAN
 
Li aliyê din hat zanîn ku polîsan cezayê pereyan li welatiyên di kolanê de çûne hatine biriye. Hat ragihandin ku polîsan bi hênceta “mesafeya fizîkî” ya ji bo koronayê 4 hezar lîre li 5 esnaan biriye. Hat gotin polîs bi sedema “mesafeya fizîkî” di navbera 300 û 800 lîreyî de cezayê pereyan li welatiyan dibire.