‘Em bibin yek, li goristana xwedî derkevin’

  • rojane
  • 09:12 27 Gulan 2020
  • |
img

WAN – Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser girîngiya yekitiye neteweyî û ev tişt got: “Heta ku em yekitiya xwe ava nekin, nikarin li ziman, çand, nasname û goristanên xwe xwedî derkevin.”

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeş Kava, têkildarî yekitiye neteweyî ya kurdan û êrîşên goristanan ku di demên dawîn de zêde bûne, axivî. Kava, diyar kir ku divê hewldan û armanca hemû kurdan yekitiya neteweyî be û wiha got: “Êrîşên li dijî goristanan û nirxên gelê kurd, ji ber pêknehatine yekitiye neteweyî ye. Ji bo parastina nirxên gelê kurd divê demildest yekitiye neteweyî bê înşakirin. Ji bo vê yekê divê hemû rêxistinên kurdan gav bavêjin.”
 
HETA YEKITIYA CIVAKÎ ÇÊNEBE NABE
 
Kava, da zanîn ku ji bo pênasekirina yekitiyê, divê dîroka kurd û Kurdistanê baş bê zanîn û mijar yekgirtî bê destgirtin û ev tişt anî ziman: “Em di sala 2020’an de ne, lê gelê kurd ne azad e û hê jî yekitiye xwe pêk naniye. Divê ku bingeh û dîroka vê bê destgirtin. Ev pergala ku li ser civak û civaka Kurdistanê ewqas zêde dilîze, dixwaze serwerbûna xwe hê bêtir bidomîne. Lewre heta ku civakek yekitiye xwe pêk neyne nikare azad bibe. Dibe ku ji vê be jî ji Med’an heta niha civaka kurd statuya xwe neparastiye. Sedema vê yekê jî weke me diyar kir; ev pergala ku li ser civakê ewqas kirêt dilîze, ne tenê xakê dabeş kiriye, di heman demê de civakê jî parçe kiriye. Bi vê parçekirinê re polîtîkayên pişaftinê ketine dewrê, civak ji hêla bîrdozî, çandî û aborî ve ji hev hatiye cihêkirin.”
 
DI QANÛNÊN ŞERAN DE JÎ TUNEYE
 
Di berdewama nirxandinên xwe de Kava, bal kişand ser yekitiye neteweyî ya li hemberî parçekirinê û wiha pêde çû: “Yekitî, qirîna Ehmedê Xanî û ya gelek kesan e. Divê êdî em vê qirînê guhdar bikin û guhê xwe bidin daxwazên gel. Yekitiya neteweyî ji siyasetmedaran bigire heta rêveberan berpirsyartiya herkesî ye. Divê herkes ji bo yekitiyê israr bike û dengê xwe bilind bike. Ev pêvajo tam jî pêvajoya pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Niha li dijî goristanên me êrîş pêk tên. Gelo çima ewqs hêsan êrîşî goristanên me dikin? Êrîşeke wiha ne di ol, wijdan, ehlaqê de heye ne jî di şer de heye. Heke em li dijî vê dernekevin, wê êrîşî hemû nirxên me bikin.”
 
WEKE NAN Û AVÊ
 
Kava, bi lêv kir ku hebûna kurdan girêdayî yekitiyê ye û axaftina wiha bi dawî kir: “Heta ku em yekitiye xwe pêk neynin em ê nikaribin xwedî li ziman, çand, nasname û goristanên xwe derkevin. Divê em lîstikên ku li ser nirxên me tên lîstin bibînin û li ser vê pêwîstî, girîngî û lezgîniya yekitiya neteweyî fêm bikin. Yekitiya neteweyî bi qasî nan û avê pêwîst e û divê em teqez pêk bînin.”