ROJEVA 27'Ê GULANA 2020'AN

  • rojane
  • 09:00 27 Gulan 2020
  • |
img

* Akademîsyen Alî Ekber Dogan, destnîşan kir ku wê di pêşerojê de kapîtalîzm bibe sedema feleketên hîn mezintir û bal kişand ser divêtiya têkiliyeke nû ya li ser asasê "mirov-xweza"yê. Dogan got, gava sereke û girîng a vê yekê jî şoreşeke çandî ye. 

* Seroka Komeleya Piştevaniyê ya Jina ya Îzmîrê Muzeyyen Alpşen, bertek nîşanî girtina rêveberên Komeleya Jina ya Rosayê û got, ev mudaxilekirina li têkoşîna jina ye. 
 
* Jinên ku di salên 90'î de bi darê zorê koçber bûne û çûne Kadîfekaleyê, bi nanê tendûrê debara xwe dikin. Jinan anî ziman ku ji ber şewbê şert û mercên wan jî ehmet bûne. 
 
* Endamên Hiqûqa Civakiyiyê Îlyada Doga Karaman û Çîgdem Kolot, anîn ziman ku di dema şewbê de li dijî şideta li ser jinê baş tevdîr nehatine girtin û gotin: "Dîsa jin bi hawariya hev de çûne û bûne dengê hev." 
 
* Dayikên Şemiyê bi laçikên xwe yên spî, qerenfîlên sor û wêneyên windayan 25 sal in li edaletê digerin. Masîde Ocak got “Çalakiya Dayikên Şemiyê bêdeng e lê bele qêrînek ku dinyayê dihejîne ye. Zarok û neviyên windayan têkoşîn Şemiyê birêve dibin.”
 
*  Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser girîngiya yekitiye neteweyî û ev tişt got: “Heta ku em yekitiya xwe ava nekin, nikarin li ziman, çand, nasname û goristanên xwe xwedî derkevin.”
 
* Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Saruhan Oluç, dê li meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê dê li avahiya HDP'ê ya Amedê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
 
* Platforma Tenduristiyê ya ji bo Hemû Xebatkaran, dê li pêş navenda fînansê ya Pendikê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
 
* Meclîsa Jinan a Platforma Ked û Demokrasiyê, têkildarî jinên hatin binçavkirin û girtin, li Kolana Hunerê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.30)