Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397

  • rojane
  • 20:44 26 Gulan 2020
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê 28 kesên din jî ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane bû 4 hezar û 397. 
 
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, tabloya der barê daneyên vîrûsa coronayê (Covîd-19) de li ser hesabê xwe yê Twîtterê parve kir.  
 
Li gor daneyên Koca, di 24 saetên dawî de li Tirkiyeyê 948 kesên din jî bi şewbê ketine û 28 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane. Bi van daneyên dawî re hejmara kesên heya niha bi şewbê ketine bû 158 hezar û 762 û hejmara kesên heya niha jiyana xwe ji dest dane jî bû 4 hezar û 397.