25 maşîneyên zirxî yên TSK'ê derbasî Idlibê bûn

  • rojane
  • 16:40 26 Gulan 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - TSK sewqîyata eskerî û maşîneyên zirxî ya ber bi axa Idbilê ve didomîne. TSK'ê cadeke din 25 erebeyên eskerî yên zirxî sewqî Idlibê kir.     
 
TSK heta niha gelek caran bi sedan maşîneyên zirxî yên eskerî sewqî herêma Idlibê kir. Sewqîyat hêj didome. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku karwanekî eskerî yên TSK ku ji 25 erebeyan pêk dihat, bi rêya deriyê Kefer Losîn ê li ser sînorê bi Lîwa Îskenderon, derbasî Idlibê bû û berê xwe da noqteya çavdêriyê ya Tirkiye ya li Baregeha El-Mestûma ya nêzî bajarê Idlibê.  Bi vê yekê re ji 5`ê Adarê heta niha 3 hezar û 460 maşîneyên eskerî yên zirxî derbasî axa Sûriyeyê bûn