Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsê mirin gihişt 108'an

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsê mirin gihişt 108'an û kesên bi şewbê ketin gihişt 7 hezar û 402'an. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, daxuyanî da û diyar kir ku îro 16 kesên din jiyana xwe ji dest dane û hêjmara miriyan gihişt 108 kesan. Koca anî ziman ku Hezar û 704 kasên nû bi şewbê ketine.
 
Li Tirkiyeyê hêjmara kesên bi şewba vîrûsa korona dikevin û bi şewbê dimirin roj bi roj zêde dibe. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca, daxuyanî da û encama 24 saetên dawî aşkere kir. Koca diyar kir ku ji ber şewba vîrûsa corona 16 welatiyên din jiyana xwe ji dest dane û Hezar û 704 kesên nû bi şewbê ketine. Wezîr anî ziman ku heta niha li Tirkiyeyê bi giştî 108 welatiyan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û bi giştî 7 hezar û 402 welatî bi şewbê ketine. Nexweşên ku baş bûne jî tenê 70 kes in. Dîsa nexweşên rewşa wan giran jî 445 kes in.