‘Girtiyê bi kursiya bi teker ve grêdayî wê çawa xwe ji vîrûsê biparêze?

img

ÎZMÎR – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê çalakiya xwe ya bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî" ku her hefte li dar dixin, vê hefteyê ji ber rîska vîrûsa corona bi nivîskî daxuyanî dan. Komîsyonê bal kişand ser tenduristiya girtiyên nexweş û diyar kir ku girtiyên bi sandalyayên bi teker diçin û tên dê çawa xwe ji vîrûsê biparêzin?" 

 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmirê li şûna çalakiya ku her hefte bi dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî" li dar dixistin, vê hefteyê ji ber vîrûsa corona daxuyanî nivîskî weşandin. Komisyonê bal kişand ser talûkeya vîrûsa corona û xwest girtiyên nexweş serbest bêne berdan. Komîsyonê da zanîn ku ji ber vîrûsê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibin û xwest dewlet erka xwe ya li hemberî girtîgehan pêk bîne. 
Komîsyonê anî ziman ku kesên bi kursiya bi teker tev digerin dê çawa xwe ji vîrûsê biparêzin û wiha got: "Li girtîgehan kesên nexweş û temenê wan zêdeyî 65 sali hene. Hêj girtiyên nexweş û temen mezin nehatine berdan. Hevalên me yên bi sandalya bi teker û bi alîkariya hevalên xwe dijîn dê çawa xwe ji vîrûsê biparêzin? Bêyî dem derbas bikin divê bi lez girtiyên nexweş û temen mezin serbest berdin."