581 hefte ye aqûbeta windayan dipirsin: Bila komîsyona heqîqetê bê avakirin

img
AMED - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin 581 hefte ne çalakiyan li dar dixin û aqûbeta windayan dipirsin. Komîsyona windayan a ÎHD'ê ji hikûmetê xwest ku komîsyona heqîqetê ava bikin. 
 
Xizmên windayan û Komîsyona Winayan a ÎHD'ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, ji ber vîrûsa corona li şûna çalakiyê daxuyaniyek bi nivîskî dan. Komîsyonê di hefteya 581’an de daxuyaniya nivîskî weşand û ji hikûmetê xwest ku komîzyona heqîqetê bê avakirin. Komîsyonê vê hefteyê cih da çîrok û aqûbeta Yusuf Tunç ê di 9'ê Sibata 1994'an de li Qoserê hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin pirsîn. Komîsyonê anî ziman ku Yusuf Tunç li gel malbata xwe li gundê Kerengo dijîyan. Di 09'ê sibata 1994'an de di saetên êvarî de maşîneyek spî hat ber deriyê wan û  kesên bi maske û çekên lûledirêj bi ser malê de girtin û Yusuf Tunç bi zorê li maşînê suyar kirin û birin. Yusuf Tunç bi zorê birin û carek din agahî ji Yusuf nehat girtin.