'Heta ku edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeye'

img

ENQERE – Hewldana Edalatê ya ji bo Roboskî, di meha 99’emîn a Komkujiya Roboskiyê de bal kişand ser bêedaletê û diyar kir ku heta edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê.

Hewldana Edalatê ya ji bo Roboskî, di meha 99’emîn a Komkujiya Roboskiyê de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Daxuyaniya ku her meh li pêşiya avahîya ÎHD’ê dihat dayîn, ji ber vîrûsa koronayê li avahiya ÎHD’ê hat dayîn.
 
‘DEWLET DERS DERNAXE’
 
Li ser navê helwdanê Tanjû Gunduzalp daxuyanî da û bi bîr xist ku bi Komkujiya Roboskî de 99 hefte derbas bûne û wiha got: “Cîhan her roj bi pirsgirêkekê radibe. Piraniya van pirsgirêkan bi destên mirovan tên derxistin. Îro jî mirovahî di ezmûnekê re derbas dibe.Bûye zarûrî ku dewlet derfetên ku di bin navê ewlehiyê de ji şer û çekan re veqetandine; ji mirovahî, civakan û xwezayê re jî veqetînin. Dewletê ji vê vîrûsê ders dernexistiye. Ji bo hînkirina rêveberina welatekî şerte ku mirov çawaniya mirina mirovan binêre.Mixabin welatê me şahidiyê jig elek komkujiyan re kiriye lê edaletê pêk naniye. Li cihê ku edalet pêk neyê komkujî jî nayê astengkirin.”
 
‘RÊYA AŞTIYÊ DI ROBOKÎ RE DERBAS DIBE’
 
Guneduzalp, da zanîn ku bi ser Komkujiya Robokî de 8 sal derbas bûne û ev tişt anî ziman: “Ji bo parastina vîrusê ku gef li mirovahiyê dixwe û bûye sedema mirina bi hezaran kesan bang li dewletê dikin ku peywira xwe bîne cih. Xwedî li mafê jiyanê derkevin. Heta ku edalet neyê Roboskî dê neyê Tirkiyeyê. Roboskî ezmûna dewlet û desthilatê ye. Li vê axê rêya aştî û edaletê teqez di Roboskî re derbas dibe.”