Dayikên Şemiyê: Dem dema em bêtir mafên mirovan biqîrin e

img

STENBOL - Dayikên Şemiyê ji ber şewba vîrûsa corona li ser hesabê medya civakî daxuyanî dan. Dayikan vê hefteyê aqûbeta 4 kesên 22 sal berê hatin windakirin pirsîn û gotin: "Dem dema em ji bo mafên mirovan bêtir biqîrin û dengê xwe bilintir bikin e." 

Dayikên Şemiyê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin di hefteya 783’an de ji ber şewba vîrûsa corona belav dibe, li ser hesabên xwe yên medya civakî daxuyanî dan. Dayikên şemiyê ji ber Qada Galatasarayê li wan hatibû qedexekirin 82 hefteyan li ber Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî didan. Dayikên Şemiyê di 2 hefteyên dawî de ji ber talûkeya şewba vîrûsa corona çalakiyên xwe li ser medya civakî berdewam dikin. Dayik bi weşana zindî ya li ser medya civakî hewl didin ku dengê xwe bigînin rayedar û cemaweriyê. Dayikên Şemiyê di vê hefteyê de aqûbeta Neslihan Uslu, Metin Andaç, Hasan Aydogan û Mehmet Ali Mandal ên 22 sal berê hatin windakirin pirsîn. 
 
Xwişka Hasan Ocak ê di 21'ê Adara 1995'an de hatibû revandin û cenazeyê wî piştre hatibû dîtin, Maside Ocak daxuyanî li ser medya civakî da. Ocak, anî ziman ku vîrûsa corona jiyana hemû mirovan dixe talûkeyê û ji bo şertên paqij di hefteya 783’an de çalakiya xwe li ser hesabê medya civakî bi awayekî zindî pêk tînin. Rêya xelasiya ji vê vîrûsê paqijî û dûrketina ji vihê qelebaliq û derve ye. Dewlet xwedî erk e ku şert û mercên paqij û îloze ava bike. Ji bo vê yekê jî divê astengiyên aborî ji pêş mirovan rake. Kesên ji şert û mercên paqij dûr bin di bin rîska vê şewbê de ne. Dewlet xwedî erke ku kesên ew ji azadiya wan dûr xistine biparêze û şertên wan baş bike." 
 
Ocak anî ziman ku 783 hefte ne çalakiyê li dar dixin  û wiha got: "Hêj kesên bersûc nehatine cezakirin. Di 31'ê Adara 1998'an de Metin Andaç ê 46 salî yê ji Bergama, Neslihan Uslu ya 30 sali ya ji Duzce, Hasan Aydogan ê 24 salî yê ji Tokakê û Mehmet Ali Mandal ê ji Menemenê li Alaçatiyê hatin binçavkrin. Malbat û parêzerên wan serî li ÎHD, Rêxistina Efûya Navneteweyî, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NY'ê dan. Lê hemû hewldanên malbatan bê encam ma. Wezirê Karên Hundir ê wê demê Murat Başeskioglu gotibû "Kesên navborî ji endamtiya rêxistinê hêj di listeya lêgerînê de bûn."
 
ENDAMÊ JÎTEMÊ ÎTÎRAF KIRIBÛ
 
Ocak, diyar kir ku Turan Unal ê xwe wekî endamê JÎTEM’ê pênase kir, li xwe îtîraf kiribû û gotibû "Neslihan û hevalên wê li Foça qada eskerî li avahiyên kontrgerilla hatin darizandin û piştre li semta Uçkuyular a Hataya Îzmirê li avahiyên yadî kontrgerilla de hatin girtin û piştre li keleka masîvanekî suyar kirin û bi bombeyê di nava deryayê de înfîlaq kirine. 
 
 
Ocak, anî ziman ku der barê van îdîayan de lêpirsîn nehat kirin û aqûbeta Uslu, Andaç, Aydogan û Mandal di tariyê de hat hiştin. Ocak anî ziman ku ew dibêjin Êdî Bes e. xwest daraz êdî erka xwe pêk bîne. Ocak, anî ziman ku ji bo Neslihan Uslu, Metin Andaç, Hasan Aydogan û Mehmet Ali Mandal ên 22 sal winda bûne edaletê dixwazin û diwazin ji bo mafên birovan bêtir dengê xwe bilind bikin. Ocak anî ziman ku dê qet dest ji Qada Galatasarayê bernedin.